Tevgera leşkerî bê navber didome
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bê navber didome.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bê navber didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyek nivîskî da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
"10’ê Gulanê saet navbera 14.30 û 15.30’î de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Îranê li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medya, xebatên keşfê pêk anîne.
9’ê Gulanê li navçeyên Şemrex, Qoser, Dêrik ên Mêrdînê û gundên girêdayî Şemrexê yên Golik, Seba Jor, Qelenî û Xarok, artêşa TC ya dagirker, operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Operasyona ku artêşa Tirk daye destpêkirin 10’ê Gulanê saet di 09.00’an de bê encam vekişiyaye.
Ev 4 rojên dawî ye, li gundê Ferhendê ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê bi wesayîtên zirxî kemîn tên danîn. Her wiha li herêma di navbera gundê Farqîn û Şifqatê de tevgera artêşa Tirk hatiye dîtin.”