Tevgera hewayî û êrîşên artêşa Tirk didomin

Li Herêmên Parastinê yên Medya ku tevgera hewayî didome, qadên Pirbila, Şehîd Kûrtay û Bektorya yên girêdayî herêma Heftanîn ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Bomberdûmana artêşa Tirk a bi obus, hawan û tankan duh jî dewam kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî bomberdûman û tevgera hewayî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEVGERA LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA DUH JÎ DEWAM KIR

HPG’ê diyar kir ku tevgera balafirên şer û keşfê yên li ser herêmên gerîlayan duh jî dewam kiriye û got: “19’ê Îlonê saet di navbera 08.30 - 12.00’an de bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov tevgera balafirên şer rû daye.

18’ê Îlonê saet di navbera  07.30 - 16.00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Avaşîn keşf pêk anîne; saet di navbera 12.00-16.30’î de tevgera balafirên şer rû daye.

18’ê Îlonê saet di navbera 16.00 - 22.00’an de li ser herêma Garê bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov tevgera balafirên şer rû daye.

18’ê Îlonê saet 15.30-19.00’an li ser herêma Heftanînê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan.

18’ê Îlonê saet di navbera 07.30-17.00’an de li ser herêma Zapê bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, tevgera balafirên şer çêbû.

BALAFIRÊN ŞER HEFTANÎN BOMBERDÛMAN KIRIN

HPG’ê wiha got: “18’ê Îlonê saet 16.00-17.00’an de balafirên şer ên Tirk, herêmên Pirbila, Şehîd Kûrtay û Bektorya yên girêdayî Heftanînê ya Hêrêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Di encama vê bomberdûmanê de di eraziyên gel de şewat çêbû û bexçeyên wan zerar dîtin.”

JI ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÊN BI TOPAN

Çapemenî û Ragihandina HPG’ê der barê bomberdûmana obus, hawan û tankan ev agahî da:

“18’ê Îlonê saet 09.30-11.00’an alaya Topavêjan a Gulyazî ya li xeta sînorê Heftanînê, Tepê Yekmal; qereqolên Tepê Sînek jî herêma Deryê Davetiya bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirin.

18’ê Îlonê saet di navbera 08.00-08.30’an de qereqolên Bezelê û Bedevê yên xeta sînorê herêma Zapê, herêmên Dola Mehendê, Dola Şehîd Andok û Bedilê bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirin.

18’ê Îlonê saet 21.00’an alaya ku li navçeya Bêşebabê ya Şirnexê ye bi obus, hawan û tankan herêma Katoyê bomberdûman kir.”