BI DÎMEN

Tevgera Azadî: Di êrîşa Kerkûkê de tiliya Tirkiyeyê heye

Rêveberên Tevgera Azadî yên Kerkûkê diyar kir ku di êrîşa DAÎŞ’ê de ku bi ser Kerkûkê de anîn, tiliya Tirkiyeyê heye. Hevserokê Nevzat Kerkûkî got; “Em ê wek gerîla, pêşmerge bi hev re Kerkûkê biparêzin, di vî şerî de cih bigirin.”

 

Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Nevzat Kerkûkî destnîşan kir ku di êrîşa DAÎŞ’ê de tiliya Tirkiyeyê heye û ji ber tevlî operasyona Mûsilê nabe van êrîşan li dar xistiye, wiha dewam kir; “Em ê wek gerîla, pêşmerge bi hev re Kerkûkê biparêzin, di vî şerî de cih bigirin.”

Ji rêveberên Tevgera Azadî ya Kerkûkê Haci Nûredîn jî destnîşan kir ku di vê êrîşê de planên dewleta Tirk a ‘Mîsaqa Mîllî’ hene û got; “Ev tenê xeyalek e. Wê Tirkiye negihêje vê armanca xwe. Ji berk u gerîla, pêşmerg û gel ji bo heman armancê di heman çeperê de şer dikin. Bi hev re Kerkûkê diparêzin.”

Rêveberê Tevgera Azadî ya Kerkûkê Aso Mihemed jî got ev êrîşa li ser Kerkûkê têkîldarî ya Şehbayê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Divê neyê jibîrkirin, di van êrîşan de tiliya Tirkiyeyê heye. Ji ber ku dagirkirina Mûsilê xewn û xeyalên dewleta Tirk e. Îro hêzên pêşmerge, gerîla û asayîşê bi berxwedanek lehengî bersiva van êrîşan dan. Wek Tevgera Azadî em ê li dijî DAÎŞ’ê şer bikin. Tiştê ku em ji gelê Kerkûkê dixwazin ew e ku xwedî li bajarê xwe derkevin. Di rojên pêş de ji bo leşkerên Tirk ji axa Kurdistanê bên derxistin em ê çalakiyên xwe zêdetir bikin.”

 

...