Di daxuyaniyê de ku li Silêmanî hate dayin Hevserok Mihemed Abdullah û Şîlan Şakir û her wiha rêveberên tevgerê amade bûn. Di daxuyaniyê de Abdullah diyar kir dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê xwedî dike û wan dişîne bi ser Kobanê, Şengalê, Mexmûr û Kerkûkê.
Abdullah diyar kir ti hêzek dewleta Tirk li Mûsilê naxwaze û hebûna dewleta Tirk a li vê derê wê rê li ber şerekî mezhebî bike û got: ‘’Dewleta Tirk bi vî awayî bi nexweşiya Osmanî ketiye û dixwaze Mûsilê tevî nav serdestiya xwe bike’’
Abdulah diyar ki dewleta Tirk piştî Mûsilê dixwaze Kerkûkê, piştre Şengalê dagir bike û ji wir jî Rojava dagir bike. Abdullah diyar kir, bi vî awayî dewleta Tirk armanc dike ku destkeftiyên Kurdan têk bibe.
Hevserok Abdulah bi berdewamî bang li hêzên Kurd kir ku hêzên xwe bikin yek.
Hevserokê Tevgera Azadî Abdullah herî dawî wiha anî ziman: ‘’Gerîla, şervan û pêşmerge çawa ku li dijî DAIŞ’ê hêzên xwe kirin yek divê heman tiştî li dijî dewleta Tirk jî bikin. Ji bo vê jî Kurd divê nakokiyên navxweyî di zûtirîn demê de çareser bikin.’’