Bi rasthatina salvegera Komkujiya Roboskî, Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Demê jî daxuyaniyek da û da zanîn ku dê gelê Kurd hesabê ji kujeran bipirse.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Rojavayê Kurdistanê der barê salvegera yekemîn ya komkujiya Roboskî de peyamek weşand. Desteya TEV-DEM'ê di peyama xwe qurbaniyên komkujiyê bi bîr tîne û rêjîma Tirk ya komkujî pêk anî jî bi zimanî tûnd şermezar kir.
TEV-DEM’ê diyar kir ku hukûmeta AKP ya komkujiyan ji Kurdên Bakur re rewa dibîne, ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê jî ya ji destê wê tê dike û bi bîr xist ku êrîşên li dijî Serêkaniyê bi desteka rêjîma Tirk pêk hatin.
TEV-DEM’ê ragihand ku gelê Kurd bi xurtkirina têkoşîna azadiyê wê hesab ji kujeran bipirse.