TEV-DEM: Li dijî dagirkeriya Tirk rabin serhildanê
Koordînasyona TEV-DEM'ê diyar kir, Tirkiye axa Sûriyeyê hedef digire û li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk bang li gelên Sûriyeyê kir ku rabe serhildanê.
Koordînasyona TEV-DEM'ê diyar kir, Tirkiye axa Sûriyeyê hedef digire û li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk bang li gelên Sûriyeyê kir ku rabe serhildanê.
Koordînasyona TEV-DEM'ê li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û hate gotin: "Em dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêma Şehbayê re û êrîşên hovane yên li ser gelê me têne meşandin bi tundî şermezar dikin. Careke din ji cîhanê re hate îsbatkirin ku dewleta Tirk hedefa wê ne têkbirina DAIŞ'ê ye. Tirkiye hêzên ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin hedef digire."
Di dewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca Tirkiyeyê ji dagirkirina xaka Sûriyê têkbirina hêzên şoreşger e û wiha hate gotin: "Erdogan di polîtîka xwe ya dagirkirina Mûsil û Iraqê de têk çû. Ji ber vê yekê êrîşî xaka Sûriyê dike û dixwaze tişta ku li Iraqê wenda kiriye vegerîne. Polîtîka ku Tirkiyê dide meşandin polîtîkeke qirêj e, dagirkerî ye û ti têkiliya xwe bi şerê li dijî DAIŞ`ê re tine ye. Tirkiye dixwaze sînorên xwe yên Peymana Milî ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn wenda kirine vegerîne. Tirkiye bi van êrîşên xwe ne tenê herêma Bakurê Sûriyeyê hedef digire. Hedefa wê tevahî xaka Sûriyê ye. Ji ber vê yekê dive hemû hêzên Niştîmanî li hemberî vê dijminahiya Tirkiyê ya li ser xaka me helwest diyar bikin. Divê gelê me jî li dijî dagirkirina xaka xwe rabin serhildanê."
Koordînasyona TEV-DEM’ê her wiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bêdengiya Navneteweyî ya li hemberî kiryarên Tirkiyê rolekê wê yê mezin di vê êrîşa Tirkiyê ya li hemberî Sûriyeyê heye û wiha got: "Bêdengiya Navneteweyî ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê hêz dide Tirkiyê ku pîlansaziyên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Ji ber vê yekê em bang li hêzên navneteweyî û bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsiya dikin ku li hemberî van êrîşên hovana ya Tirkiyê helwestekî guncaw diyar bikin."
Di dewama daxuyaniyê hate bibîrxistin ku bombebaran artêşa Tirkiyeê ya li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) destek dayîna DAIŞ`ê ye û wiha hate gotin, "Tirkiye çiqasî Sûriyeyê dagir dike ew qasî destek dide DAIŞ`ê. Hemû hêzên ku li hemberî DAIŞ`ê şer dikin hedef digire. Ji ber vê yekê em bang li hêzên Navneteweyî dikin û di serî de Hêzên Koalisyonê dikin ku bi lezgînî destwerdana êrîş û dagirkeriya Tirkiyê ya xaka Sûriyeyê bikin."
Kordînasyona TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyeyê kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku bi hev re li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ya dagirkirina xaka Sûriyeyê ya ku paşeroja welat û gelê me hedef digire bisekinin û rabin serhildanê. Divê em bi serhildan û bertekên xwe cîhanê bihejînin û li hemberî kesên ku bi çarenûsa me dilîzin bê deng nemînin. Bijî berxwedaniya gelan. Bimre dagirkerên Tirk û çetyên wê."