TEV-DEM: Hêzên bêbext dê li hemberî vîna azad a Kurd têk biçin

TEV-DEM: Hêzên bêbext dê li hemberî vîna azad a Kurd têk biçin

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk derbar êrîşa hovane ya li dijî 3 jinên Kurd de daxuyaniyek da û komkujî bi tundî şermezar kir.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe nerazîbûnek tund nîşanî komkujiyê da û got: “Hêzên bêbext dê li hemberî vîna azad a gelê Kurd têk biçin.”

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:"Li paytexta Fransayê Parîsê, hêzên bêbext destên xwe yên gemar dirêjî têkoşerên Kurd yên azad Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez kirin. Ev êrîşa kirtê tenê li neviyên Turanî û Osmaniyan tê."

Tev-Dem'ê komkujiya li Parîsê bi zimanekî tûnd şermezar kir û weha dawî li daxuyaniya xwe anî: “ Bê guman di vê pêvajoya dîrokî de şehadeta têkoşera azadiyê Sakîne Cansiz ji bo gelê Kurd û tevgera wî wendahiyeke mezin e û gelek zehmete ku cihê vê têkoşerê were dagirtin. Lê divê hêzên xêrnexwaz û dijmên gelê Kurd baş zanibin ku ev bûyer bi ti awayî wê li pêşiya biryardariya gelê me nebe asteng. Gelê Kurdistan wê bi rihê berxwedanê yê Sakîne Cansiz li hemberî hêzên bêbext têbikoşe û li vîna xwe ya azad xwedî derkeve."