TEV DEM'ê li Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Welatiyên Kobanê danê nîvro herikîn kolanan û berê xwe dan serê cadeya Helincê ya li milê Rojhilatê Kobanê. Welatî li qada meşê kom bûn û bi silogana " Bê Serok Jiyan Nabe" û siloganên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyên ku hikûmeta AKP'ê li ser gelê Bakurê Kurdistanê pêk tîne dest bi meşê kirin.
Tevî saziyên girêdayî TEV DEM'ê, gelek partî û rêxistinên siyasî, saziyên civaka sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser a Kontona Kobanê li pey girseya gel beşdarî meşê bûn. Di meşê de welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina siyaseta qirkirinê ya ku AKP'ê li hember gelê Kurd pêk tîne hildan.
Li qada Jina Azad li ber peykerê Jina Kurd a Berxwedêr meş rawestiya û peyama TEV DEM'ê ji aliyê Hevserokê Meclîsa TEV DEM'ê yê li Kantona Kobanê Mistefa Êto hate xwendin. Êto di axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û got :"Em wek Reveberiya TEV DEM'ê a li Kantona Kobanê tecrîda li ser Rêber APO şermezar û lanet dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wek gelê me li Rojavayê Kurdistanê bi fikr û ramanên Rêber APO gihişt asta ragihandina federalîzmê, wê gelê Bakur jî bi saya rêya tekoşîna azadiyê li ser felsefeya Rêber APO bigihê azadiya xwe."
Di berdewamiya axaftina xwe de Êto anî ziman ku sîstema Federaliyê wê bikaribe hemû pêkhateyên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hembêz bike û ew sîstem wê bibe mînaka çareseriyê ji bo tevahî Sûriyeyê.
Êto destnîşan kir ku wê tekoşîna gelê Kurd heta roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê derkeve û di nav gelê Kurd de azad bijî wê berdewam bike. Êto got: "Gelê Kurd dest ji Rêberê xwe bernade û wê tekoşîna Gelê Kurd heta Rêber APO ji Îmraliyê derkeve raneweste."
Bidawîbûna peyama TEV DEM'ê çalakî jî bi dawî bû.