TEV-DEM: Divê em li dijî êrîşan siyaseta demokratîk xurt bikin

TEV-DEM: Divê em li dijî êrîşan siyaseta demokratîk xurt bikin

Endama TEV-DEM'ê Îlham Ehmed ku di civîna navberê ya Meclîsa Gel a Qamişlo de axivî, bal kişand ji ber siyaseta ku wan heta niha meşandiye, çavên hemû cîhanê vegeriyane ser wan, lê hêzên ku dixwazin îradeya wan bişikînin êrîşên xwe didomînin, lewre divê li hemberî van êrîşan têkoşîna siyaseta demokratîk bilind bikin.

Meclîsa Gel a Bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ku ji nûnerên partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî, meclîsên taxan û gundan, her wiha kesayetên ji gelên ereb û asurî pêk tê civîna xwe ya navberê li dar xist. Civîn li Salona dawetê ya Nîcum hate lidarxistin û ji bilî 300 endamên Meclîsa Gel nûnerên TEV-DEM'ê jî beşdar bûn. Li salona civînê pankartên wekî, "Jin û ciwan pêşengên têkoşîna civaka exleqî û polîtîk in", "Bi hevre herêmên xwe bixwe bi rêve bibin", "Azadî armanca me ye biratiya gelan daxwaza me ye" hatin daliqandin.

Civîn ji bo "şehîdên şoreşê" bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Ey Reqîp" destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama TEV-DEM'ê Îlham Ehmed axaftina vekirinê kir. Îlham Ehmed, destnîşan kir ku ew di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û di vê pêvajoyê de gelek xeterî jî hene. Îlham, bal kişand ku ev pêvajoya bi xeter hîn jî derbas nebûye û ev tişt gotin: "Belê me li Rojavayê Kurdistanê li gelek bajaran rêveberî girtiye destê xwe. Lê Qamişlo paytext e, navenda siyasetê ye. Lew re divê em xebat û siyaseta xwe ya li vir baş binirxînin, kêmasiyên xwe di ber çavan re derbas bikin da ku em karibin wekî tevger bandorê li ser civakê çêbikin."

'SIYASETA RAST AWIR VEGERANDIN SER TEVGERA ME'

Îlham Ehmed, destnîşan kir ku siyaseta wan a ku heta niha meşandine, awirên hemû cîhanê vegerandine ser tevgera wan, lê ew ji bo serkeftinê ev yek têrî nake, bal kişand ser girîngiya rola meclîsên gel. Ehmed daxuyand ku meclîsên gel îradeya gel in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hewl didin ku valahiyan tije bikin, ev jî rêveberiyên gel ên bajaran e. Meclîsên gel muxatapgirtina tevgera me ye."

'LI HEMBERÎ SÎSTEMA ME ÊRÎŞ ÇÊDIBIN'

Ehmed, da zanîn ku li hemberî vê birêxistinkirin û sîstema wan ji aliyê gelek derdoran ve êrîş çêdibin û wiha dom kir: "Dibêjin ku têkiliya me bi rejîmê re heye, gel esas nagirin. Lê tê zanîn ku êrîşên herî dijwar ên li hemberî vî gelê hanê, ji aliyê rejîmê ve pêk hatine. Lê li gel vê jî hinek derdor êrîş dikin, kampanyayên reşkirinê didomînin. Ji ber ku ji rêveberiya gel ditirsin."

'DIVÊ EM SIYASETA DEMOKRATÎK XURT BIKIN'

Ehmed, got ku divê li hemberî van êrîşan siyasetek rast û demokratîk bilind bikin û bal kişand ku Desteya Bilind a Kurd jî, yek ji van hewldanan e û yekîtiya kurdan esas digire. Ehmed, diyar kir ku ew dixwazin vê yekîtiyê hîn pêşdetir bibin û wiha axivî: "Em dixwazin ji Meclîsa Gel a Rojava û Meclîsa Niştimanî meclîsek giştî ava bikin. Hîn yekîtiya me temam nebuye, divê bê xurtkirin. Pêwîste, em li hemberî êrîşên dixwazin îradeya me bişikînin, têkoşîna xwe bilid bikin. Em xweseriya demokratîk dixwazin. Em naxwazin Qamişlo bibe Kerkûk. Bila li Qamişlo rêveberiyek rengîn hebe û hemû netew di nav de hebin. Lewre divê em bang li hemû neteweyên din ên li bajêr bikin ku tevlî meclîsê bibin. Xweseriya demokratîk jî vê yekê dixwaze. Divê em bi mantiqa dewletê tevnegerin û ji bo avakirina civaka exlaqî û polîtîk têbikoşin."

Piştî axaftina Îlham Ehmed, rapora meclîsê hate xwendin û nirxandin hatin kirin. Piştî nirxandinên xebatan dê ji bo Dîwana Dadgehê hilbijartin bêne kirin. Civîn dê di saetên êvarê de bi derxistina plansaziyê bi dawî bibe.