Di encama serdengirtinên li navçeya Silopî ya Şirnexê pêk hatin de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de zarok jî hene.
Îro saet di 02.00 de yekîneyên polîsan li taxên Barbaros, Cûdî, Başak û Dîcle yên navçeya Silopiyê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinê de Hasan Ozdemir, Osman Olumen û F.T. (16), R.E. (16), T.Y. (16), S.A. (16) û M.U. (17) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta navçeyê.
46 BINÇAVÎ
Tevî Silopiyê, di encama serdegirtinên malan ên li 8 bajaran pêk hatin de, herî kêm 46 kes hatin binçavkirin. Ji vana 35 di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê li Mêrsînê pêk hatin, 4 kesên din jî li Dêrsimê hatin binçavkirin.