Piştgiriya ji bo çalakiya gireve birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin mezin dibe. Saziyên sivîl yên civakî yên Amedê xwestin daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin û diyar kirin ku, heke li girtîgehan mirin çêbibin berpirsyarê vê yekê Wezareta Dadê ye.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Girtiyên PKK û PAJK'yî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û mafên wî yên tendurîstî, ewlehî û azadiyê bên pêkanîn di 12'yê îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin. Çalakî berdewam dike û ligel vê yekê çalakiyên piştgiriyê û bangên bihestiyarê jî tên kirin. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û nûnerên TUHAD-FED'ê piştgirî dan çalakiyê û banga daxwazên girtiyan bê qebûlkirin, kirin.
'DIBE KU BI MIRINAN BI ENCAM BIBIN'
Sekreterê TUHAD-DER'ê Mehmet Temîzyuz bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku, çalakiya girtiyan daye destpêkirin girînge û wiha got: "Çalakiya gireva birçîbûnê tenê li ser daxwazekê tê meşandin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Divê demildest şertên Birêz Ocalan yên li Girtîgeha Îmraliyê bên sererastkirin û muzakere çareke din destpê bikin. Girtiyan li ser van daxwazan çalakiya gireva birçîbûnê dan destpêkirin."
Temîzyûz diyar kir ku, di salên 1980'an de li girtîgehên Tirkiyeyê de çalakiyên gireva birçîbûnê bi mirinan bi encam bibûn û wiha axivî: "Girtî dibêjin heta daxwazên wan bicih neyên dest ji çalakiya xwe bernadin. Ev yekê jî weke çalakiyên salên 80'an bi mirinan bi encam bibin tîne bîra mirovan. Weke tê zanîn li Tirkiyeyê trajediya girtîgehan ya 30 salan heye. Bi sala 2006''an bi konsepta şer ya AKP'ê gihiştin astekî din. Dixwazin kurdan bi vê konseptê di girtîgehan de teslîm bigirin."
Temîzyûz da zanîn ku, hincetên kêştî xerabeye û kêştî di tehmîrê de ye kêrî welatekî pêşketî nayê û ev daxuyanî jî ji bo gel bixapînin tên kirin.Temîzyûz xwest ku pêvajiya pevçûnan bi dawî bibe û bi Ocalan re muzakere destpê bikin. Temîzyûz bilêv kir ku, çalakiya gireva birçîbûnê dê rojên bê bigihije ber sînorê mirinê û divê raya giştî bi hîstiyar be û wiha pê de çû: "Di rojên pêş de di çalakiyên gireva birçîbûnê de dê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî derbikevin holê. Di vê mijarê de divê wezareta dadê û hemû rêveberên girtîgehan hêj hesas bin."
'LI SILÎVRIYÊ ÊRÎŞA LI HEMBERÎ GIRTIYAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Temîzyûz êrîşa li Girtîgeha Sîlîvriyê ya li hemberî çalakiya gireva birçîbûnê bi birxist û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rêveberiya Girtîgeha Sîlîvriyê 10 hevalên me yên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin avêtin hucreyan û ji wan re gotin 'Hûn li vir çalakiya gireva birçîbûnê nikarin pêk bînin. Em çi bêjin dê ew be.' Ev yek nayê qebûlkirin. Wezaretê Dadê berpirsyarên pirsgirên tenduristî yên bi qewimine."
'DIVÊ HEVDÎTINÊN OSLOYÊ BERDEWAM BIKIN'
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, divê hevdîtinên Osloyê careke din berdewam bikin. Bîlîcî anî ziman ku, ji bo ev pêvajo bên destpêkirin divê bi Îmraliyê re diyalog û mûzakere pêk bên û wiha got: "Em bawer dikin heta şertên Birêz Ocalan neyên sererastkirin, diyalog û muzakere neyên destpêkirin ji bo çareseriya pirsgirêkê tu tiştên samîmî pêk nayê. Muhatab li wir e û divê bi wî re hevdîtin pêk bên."
'DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN DEMILDEST BÊ RAKIRIN'
Bîlîcî da zanîn ku ji ber pêvajoya Osloyê xitimî gelek kesan jiyana xwe ji dest da û çalakiyên gireva birçîbûnê ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe pêk tên û wiha axivî: "Em jî dibêjin hemû pirsgirêk bi riyên demokratîk bên çareserkirin. Divê çalakiyên gireva birçîbûnê demildest bidawî bibin. Divê daxwazên girtiyên bedenên xwe ji mirinê re razandin bên dîtin. Daxwazên wan jî daxwazên neyên qebûlkirin nînin. Daxwazên wan di çarçoveya mafên mirovan de ne."