Têkoşîna gundiyan a bi nivîsê: Ew jê dibin, em dinivîsînin

Li gundê Dibek ê Licê, têkoşîna bi nivîsê ya navbera gundiyan û dewleta Tirk, bi biryardarî dewam dike.

Em ji zarokan dibihîzin ku li kaşekî li pêşiya gund, nivîsên ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tên nivîsandin. Ev nivîs timî tê guhertin. Ji ber ku di dema her operasyonê de leşkerên Tirk vê nivîsê jê dibin. Lê belê gund li heman cihî heman nivîsê bi keviran dinivîsînin.

Di mehên havînê de bi beşdariya 20 hezar leşkerên Tirk operasyonek li Licê hat meşandin û qadeke ji deh hezaran hektarî ya daristan, dehl û rezan hat şewitandin. Di dema vê operasyonê de nivîsa 'PKK, APO' ku bi keviran hatibû nivîsandin, ji aliyê leşkeran ve hatibû jêbirin. Gundî, ji ber qedexeyê bi rojan nekarîn biçin gundê xwe û ji bo xwe ji bomberdûmanê biparêzin, di axurê de xwe veşartin. Bi rabûna qedexeyê re, karê ewilî yê gundiyan kir, ji nû ve nivîsandina vê nivîsê bû. Vê carê jî gundiyan gotina 'HPG, APO' nivîsandin û li binî jî stêrka ala PKK'ê çêkirin.

Zarokên gund dibêjin 'Ew jê dibin, em dinivîsînin'. Dema dibînin em wêneyên wî kaşî dikişînin, zarok nivîseke din lê zêde dikin. Lê dixwazin, di dema nivîsandinê de wêneyê wan nekişînin. Û gotina 'PKK' bi destên biûk ên zarokên xwedî dilekî mezin, tê nivîsandin.

...