Têkildarî êrîşa Hesekê lêpirsîn hate despêkirin

Konseya Karê Hundir a Kantona Cizîrê, ji bo detayên êrîşên li dijî dawetekê ya li Hesekê zelal bikin,lêpirsîn da destpê kirin.

Li gorî daxuyaniya lêkolînkirina Konseya Karê Nundir ê Kantona Cizîrê, kesê êrîşkar temenê wî 16 Sali ye. Tevî ku çeteyan bi rêya malperên internetê ev êrîş girtine ser xwe jî, lê dîsa Desteya Karê Hundir diyar kir ku ew ê lêpirsînekê derbarê bûyerê de vekin û rastiya vê yekê nas bikin û encamên wê jî ragihînin.

Desteya Karê Hundir ji hemû welatiyan daxwaz kir ku li gorî qanûn û biryarên girêdayî ewlehiyê tev bigerin û bi hêzên ewlehiyê re bibin alîkar.