Tehdîd û zextên li ser xwendekaran zêde dibe

Tehdîd û zextên li ser xwendekaran zêde dibe

Xwendekarên li Zanîngeha Erzînganê dixwînin, serî li ÎHD’a Amedê dan û diyar kirin ku ji aliyê polîsên sivîl ve rastî tehdît û zextên sîxûrkirinê hatine.

Xwendekarên li Zanîngeha Erzînganê dixwînin û endamê Komeleya Xwendekarên Demokratîk ya Erzînganê ne rastî tehdît û şantaja polîsên sivîl hatin.

Xwendekaran bi telefonê li ÎHD’a Amedê geriyan û diyar kirin ku di meha dawî de ji aliyê polîsan ve tên şopandin û gotin hin hevalên wan rastî tehdîdên bibin sîxûr hatine.

Xwendekarê ji ber ewlehiyê navê xwe neda tiştên hatin serê wan wiha vegot: “Em 50-60 xwendekar bi taybet di vê meha dawî de hîs dikin ku zextên l ime zêde bûne. Ev zextên polîsan bi taybet li ser xwendekarên hevalên me yên pola yekemîn zêdetir e. Ev hevalên me dema ji malê derdikevin, ji aliyê polîsan ve riya wan tên birîn û polîs teklîfa sîxurtiyê li wan dikin. Her wiha tehdîda ‘ger hun ji malbatên xwe re bêjin em dê we bibînin’ jî dikin. Malên me di saetên cudu cuda de tên şopandin. Ligel ku me nas dikin jî dubare dubare nasnameya me kontrol dikin.”

Xwendekarên nexwest navê xwe bide wiha got: “Em rastî zextên sixûrî û tehdîdan hatin. Ji bilî vê em rastî şîdeta fîzîkî nehatin. Lê em ji ber van nêzîkatiyan bi fikar in. Ewlehiya me nîne.”

Xwendekarên der barê mijarê de serî li ÎHD’a Amedê dan, ji bo zextên li ser xwendekarên zanîngehê bê zanîn banga alîkariyê kirin.