Tecrîd sedema şer e
Karayilan: AKP'ê polîtîkayeke nû ya şer xist meriyetê. Divê ti Kurd dengê xwe nede AKP'ê. Tecrîda li Îmraliyê ji bo me sedema şer e.
Karayilan: AKP'ê polîtîkayeke nû ya şer xist meriyetê. Divê ti Kurd dengê xwe nede AKP'ê. Tecrîda li Îmraliyê ji bo me sedema şer e.
Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, rewşa Şengalê, yekîtiya neteweyî ya Kurd, serhildana Mahabadê, pêvajoya çareseriyê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re nirxand.
Karaliyan da zanîn ku AKP’ê agirbest xera kiriye û li gelek herêman zemînê pevçûnan ava kiriye û got: "Em pêvajoyê bi baldarî dişopînin, hewl didin rê nedin provokasyonan. Bi awayekî yekalî em agirbestê esas digirin. AKP’ê agirbest xera kiriye lê em weke HPG li benda fermana Rêber Apo ne û di vê çarçoveyê de agirbestê yekalî didomînin. Tecrîda li Îmraliyê ji bo me sedema şer e. Bila hemû kes bizanebe ku sînorê her tiştî heye."
ERDOGAN MUDAXLEYÎ PÊVAJOYÊ KIR
Karayilan têkîldarî pêvajoya çaraseriyê ev nirxandin kir: "Piştî daxuyaniya hevpar a ku li Dolmabahçeyê aliyan dan, dîsa bang û deklarasyona dîrokî ya ku di Newroza 2015’an de Rêber Apo da, destê siyaseta Kurd xurt kir. Bi banga ku hemû hêzên demokrat, sosyalîst, çepgir û aştîxwaz li dora HDP’ê kom bûn bi vî rengî hesabên AKP’ê xera bûn. Bi banga Newrozê re Erdogan fêm kir ku nikare bigihêje armanca xwe û ji ber vê yekê jê mudaxaleyî pêvajoyê kir."
ARTÊŞ XISTIN NAVA TEVGERÊ
Karayilan destnîşan kir ku Erdogan bi gotina "Pirsgirêka Kurd nîne" ye pêvajo rawestandiye û anî ziman ku piştî vê daxuyaniyê li Tendurekê provokasyonê rû da. Karayilan got, "Êrîşên li dijî HDP’ê zêde kirin. Ev hemû bi agahiya Erdogan hatin organîzekirin."
Karayilan da xuyakirin kir ku Tirkiye di hilbijartinan de wê di navbera dîktatorî û demokrasiyê de tercîhê bike û ji ber vê yekê jî xwest ji bo HDP a ku wekî alternatîf derketiye holê piştgirî bê dayîn. Karayilan diyar kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên di demên dawî de dimeşîne re careke din nîşan dide ku "feraseta AKP’ê ya çareseriyê nîne" ev yek bi aşkera dîsa derketiye holê. Karayilan wiha axivî: "Hilbijartin wê bibe tercîha di navbera şer û aştiyê de. Li dijî hemû sazî û partiyên sîstemê, projeya HDP'ê ya kombûna hemû gel û bindestan re weke alternatîf derketiye holê. Tirkiye û Kurdistan bi vê projeyê re tevlî hilbijartinê dibin. Ev projeya çareserkirina pirsgirêka kurd û avakirina Tirkiyeya nû ye. Bi vê projeyê re derketiye holê ku Ermen, Rûm, Suryan, Elewî, Êzîdî, Kurd, kedkar, çepgir, sosyalîst û hemû rengan re derfetên îradebûna wan derket holê. Divê ev derfet baş bê nirxandin. Divê sîstema AKP’ê ya ku dixwaze û amadekariya şer dike bê rawestandin. AKP ji bo şer amadekariyê dike. Divê ti kesên xwedî wijdan, îman û kerametê dengên xwe nedin AKP’ê. Divê dengên xwe bidin xwe. Hemû kurdên welatparêz, kesên demokrat, sosyalîst, kedkar, karker û xwedî bawerî ne, em bawer dikin ku wê helwesta xwe ji bo pêşeroja Tirkiyeyê nîşan bidin."
LI DIJÎ DAIŞ'Ê FERMANDARIYA HEVBEŞ ŞERT E
Karayilan têkîldarî şerê ku gelê kurd ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî diyar kir ku Kurdan bi berxwedana xwe re têgeha DAIŞ têk naçe hilweşandine û got got: "Gerîla, peşmerge, YPG,YPJ û hemû hêzên Kurd û Kurdistanê nîşan dan ku DAIŞ wê têk biçe. Ji bo hemû cihanê bûn îlham." Karayilan ragihand ku DAIŞ projeya hêzên ku dixwazin jinûve dagir bikin e û hêzên ku piştgiriyê didin wan jî di serî de dewleta tirk a ku AKP rêveberiyê dike ye.
Karaliyan di dewama daxuyaniya xwe de ev nirxandin kir: "Têkîliya di navbera dewleta tirk, AKP û DAIŞ’ê ti kesên ku herêmê nas dikin nikarin înkar bikin. DAIŞ ji bo çi hate avakirin ku di ewil êrîşî Kurdan kir. Hem li Rojava hem jî li başûrê Kurdistanê êrîşî Kurdan kir. DAIŞ li dijî kurdan şer dike. Sedema vê jî plana dagirkirinê ya di piştperdeya wê de ye. Ji ber vê yekê DAIŞ şerê li dijî Kurdan esas girt."
GERÎLA DIKARE ŞENGALÊ AZAD BIKE
Karayilan bi bîr xist ku HPG, YPG,YPJ’ê nehîştine êrîşên li dijî DAIŞ’ê vegere qatlîamê û têkîldarî berxwedana Şengalê jî ev agahî da: "Pêngava Rizgarkirinê ya ewil hatibû destpêkirin hebû. Peşmerge jî tevlî pêngava gerîla bûn. Piştî demeke hate dîtin ku plana hêzên başûrê yên azadkirina Şengalê tineye. Ji bo azadkirina Şengalê divê derbasî tevgerê bibin. Ji bo vê yekê jî fermandarî û koordînasyona hevpar pêwîst e. Hêza gerîla ya azadkirina Şengalê heye. Lê me hewldanên berê de dît ku dema ku em bi tena serê xwe tevbigerin ev dibe ku şaş bê fêmkirin. Dibe ku ji sedema krîzên ji navbera kurdan re veke û dibe bibe sedema pirsgirêkan. Ji ber vê yekê jî me Pêngava Azadkirina Şengalê hinekî kêm kir. Niha em çalakiyên bêzarkirina DAIŞ’ê pêk tînin û bi vî rengî rê ji operasyona azadkirinê re ve dikin."
Karayilan li Şengalê bombebarana hêzên koalîsyonê ya li dijî mewziyên çeteyên DAIŞ’ê jî wekî “êrênî lê kêm” nirxand û bilêv kir ku pirsgirêkên gelê Şengalê yên bi lezgînî bê çareserkirin hene.
Karayilan têkîldarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Başûr jî got ku ew li hemberî nirx û destketiyên Kurdan berpirsyar dibînin û nirxandina "Ji ber vê yekê jî li hemû eniyê berxwedanê me cihê xwe girt. Îro ji her demê zêdetir yekîtiya gerîla û peşmerge heye, mirov dikare qala vê yekê bike. Hin kêmasiyên hêzên başûrê Kurdistanê hebe jî ev ji bo vê rastiyê vegotinê ne asteng e. Siyaseta kurd jî divê li ser vê esasî têkîliyên xwe pêş bixe. Hin xalên bên rexnekirin hebe jî zemîna avakirina têkîliyan heye.”
MAHABADÊ WELATPARÊZIYA XWE NÎŞAN DA
Karayilan der barê êrîşên rejîma Îranê ya li hemberî kurdan û li Mahabedê hewldana tecawizkariyê ya endamê îstîxbarata Îranê ya li dijî jina kurd a bi navê Ferînaz Xosrewanî û serhildana derket holî jî nirxand û wiha got: "Di serî de li Mahabedê û hemû pêşketinên li rojhilatê Kurdistanê em ji nêz vê dişopînin. Gelê Mahabadê li dijî êrîş û zilmê bêdeng nema. Êrîşeke metîngeran a li dijî jina kurd bû tişta ku qewimî. Li Kobanê û hemû Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de jinên Kurd ên ku pêşengî dikin hatin hedefgirtin. Çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê yekê rabû ser piyan. Gelê Mahabadê jî bi vê serhildanê ve careke din welatparêzî û mirovahiya xwe nîşan da."
Karayilan banga “Dewleta Îranê divê zilma li dijî gelê kurd rawestîne û polîtîkayên çareseriyê pêş bixe” li rejîma Îranê kir.