Saziyên dewlet û artêşa Tirk ên li Şemzînanê ji 23’yê Tîrmehê ve ji aliyê gerîlayên HPG û PAJK’ê ve hatine dorpêçkirin. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û “şêwirmendên wî” radigihînin ku tenê metreyek ji axa Şemzînanê neketiye bin kontrola gerîlayan. Piştî vê daxuyaniya Erdogan, em li gelek herêmên li Şemizînan û Çelê geriyan. Em û hevalê min ê kameraman Mehdî Dogan em li çeperên gerîlayan geriyan û me dît ku şer bi awayeke dijwar didome.
Li gel Mehdî, em li eniya şer a li Şemzînanê digerin û em li rastî girê Konsreve yê ku di sala 2010 de li rastî serdegirtina gerîlayan hatibû, hatin. Gerîlayan vî girî weke Girê Konserve bi nav kirine. Piştî vê çalakiya gerîlayan Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serfermandarê Artêşa Tirk wê yê demê û piştre jî Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû hatibû ser vî girî û wêne kişandibûn û ev gir bû mîna sembolekê. Li vê derê Kurdistan di navbera Îran/Tirkiye/Iraqê de bûye sê parçe û ev der Rojhilat, Bakûr û Başûrê Kurdistanê dike yek.
Ev der herêmek stratejîk e. Lê bi mehan e di bin kontrola gerîlayan de ye. Hemû çeperên ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn çêkirin vala mane. Gerîlayan bi awayeke pir profesyonel li vir bi cih bûne. Di rê de gerîlayek bi me re rê nîşanî me dida, di rê de ji me re behsa Girê Konserve dike û gotina xwe tîne ser Tayîp Erdogan. Gerîlayê ciwan ji Erdogan pir hêrs e. Min pirsî ka ji kû ye. Ne Kurd e. Dibêje ku ew Ereb e. Ji Sêrtê ye. Ji gundê Emîne Erdoganê ye. Bi awayeke hêrs Erdogan careke din vedixwîne Girê Konserve. Û dibêje; “Ne kîlometrek dam, bi hezaran km di bin kontrola gerîlayan de ne.
GERÎLAYÊ GUNDIYÊ EMÎNE ERDOGANÊ LI GIRÊ KONSERVE YE
Bi şevê jî gerîlayek din bi me re hat. Êdî em li Girê Konserve ne. Sêncên têlîn û mayînên erdê yên li ji aliyê leşkeran ve hatine dayîn balê dikişînin. Gerîla dixwaze ku em pir baldar bin. Ew bi xwe pir rehet e. Ji ber ku her derê gav bi gav dizanin. Rastiya li Şemzînanê bi mînakan ji me re vedibêje. Diyar dike ku her roj gerîla çalakiyên sûîqest li dar dixin, lê belê ev yek di çapemeniya Tirk de cih nagirin. Lê hemû çalakî bi kamerayê têne tomarkirin. Gerîa diyar dike ku liv û tevgera leşkeran a di qereqolan de her ku diçe kêmtir dibe. Dibêje ku Recep Tayyîp Erdogan nikare weke sala 2010 bikeve Şemzînanê.
KARAYILAN VEXWEND, LÊ ERDOGAN TUNE YE!
Van gotinan, hevpeyvîna ku me bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan re kir, tîne bîra mirov. Karayilan Erdogan vexwendibû Girê Konserve û gotibû; “Eger Recep Tayyîp Erdogan weke sala 2010 dîsa were Girê Koserve û wêne bikişîne, wê demê rast dibêje. Lê ger neyê derewker e. Hemû tişên ku wî gotine derew in.” Sê hefte piştî wê hevpeyvînê em çûn Girê Konserve. Me Şemzînanê ji nêzîk ve dît. Çepera ku Erdogan 2010 de hat û lê wêne kişand, hîna jî di bin kontrola gerîlayan de ye. Lê ji bo moralê bidin leşkerên bi pere, Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel û fermandarên leşkerî şandibû cihê eniya şer. Li holê tenê balefirên keşfê yên DYA’yê hene û balefirên şer ên artêşa Tirk tên û bê serûber herêmê bombebaran dikin û diçin.
AKP Û ARTÊŞA TIRK TIŞTÊN LI ŞEMZÎNANÊ DIQEWIMIN VEŞÊRE JÎ BÊHÛDE YE
Bi rastî jî rastiya dorpêçkirina Şemzînanê ya ji aliyê gerîlayan ve ne weke daxuyaniyên Serfermandariya Artêşa Tirk û hukûmeta AKP’ê ne. Dorpêça gerîlayan pir berfireh e. Encamên wê jî mezin in. Divê mirov ji bîr neke ku ev berxwedana gerîlayan dîrokî ye. Ji ber ku gerîlayan ji 23’yê Tîrmehê ve li Şemzînan, Çelê û Elkê peyamên girîng da. Ev dorpêça gerîlayan a li vir bandorek mezin li herêmên Amed, Dêrsim, Çewlik, Serhedê kir. Bi vî awayî aşkere bû ku gerîla kengî bixwazin dê çalakiyên girîng li her derê bi van taktîkên xwe yên dewlemend bikin. Şerê havîna 2012 ya li hemberî artêşa Tirk, ji bo gerîlayan rêbazek nû ye.
Ji ber ku ne tenê li Şemzînan û bi dehan çeperên leşkeran di bin kontrola gerîlayan de ne. Bi sedan çeperên artêşa Tirk di bin kontrola gerîlayan de ne. Ne tenê l Şemzînanê, li Gever û Çelê û heta Botanê jî xetek berfireh di bin kontrola gerîlayan de ye. Gerîlayan amadekariyên berfireh li hemberî operasyonên artêşa Tirk kiriye.