Têbiniyên ji eniya Şemzînanê

Têbiniyên ji eniya Şemzînanê

Li derdora navçeya şêrîn a Kurdistanê ya bi çiyayê asê hatiye dorpêçkirin, qereqolên artêşa Tirk hene. Şêniya leşkeran du caran qasî ya navçeyê ye. Memûr, leşker û polîsên dewleta Tirk navçeyê dorpêç kirine. Lê dîsa jî mesafe di navbera gel û dewletê de heye. Leşkerên hewl didin Şemizînanê dorpêç bikin, di dorpêça gerîlayên HPG’ê û YJA-Star de ne. Li hemû çiyayên li derdora navçeyê çeperên gerîlayan hene. Ev çeperên gerîlayan ên li vir bawer û qîma gel a bi gerîlayan zêdetir dike. Li gelek eqerqolan leşker nikarin di nava qereqolê de jî bilivin. Gelê herêmê ji vê rewşê razî ye. Heta gelek kes ji bo gerîlayan bibînin tên cihên ku gerîla lê rê kontrol dikin. Hinek ji wana li malên xwe xwarin êji gerîlayan re çêdikin û tînin.

Gelê herêmê bi her awayî nerazîbûna xwe ya ji leşkerên Tirk nîşan dide. Gundiyên ji bombebarana rasterast a artêşa Tirk a l ihemberî herêmê nerehet in, carekê dimeşin qereqolê. Fermandarê qereqola ji wan re dibêjin “Yên li çiyê jî topên hewanan diavêji, lê çima hûn li dijî vana nameşin”. Gundî ji fermandarê qereqolê re dibêjin “Ew hewanên yên me ne.” Ango gel li Şemzînanê ferqek ewqas mezin dixe navbera gerîla û leşkeran de.

Her çendî li hin herêman artêşa Tirk tekînîkek xurt û piştgiriya çekên giran derbikeve jî, lê dîsa dilê gerîlayan rehet e. Me derbarê çeperên gerîlayan de serî nêrînên fermandarên Eniya Şemzînanê Reşîd Serdar û Çîçek Botanê da û agahiyên girîng ên derbarê serweriya gerîlayan de dan. Fermandarên gerîlayan dibêjin ku gerîlayan çeperên xwe di nava artêşa Tirk de jî çêkirine, kengî bixwazin, li kû dikarin çalakiyê bikin. Ji fermandarên gerîlayan Reşîd Serdar bersivê dide rayedarên Tirk ku ji bo dorpêça Şemzînanê dibêje “Alîkarî ji derve digirin” û dibêje; “Em girêdayî gelê xwe ne. Ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. Pêwîstiyên me yên erzaq û yên din ji gelê me tên. Çekên ku em di çalakiyan de desteser dikin ji bo cebilxaneyên me pir girîng in.” Fermandar Reşîd derbarê serweriya gerîlayan de peyamek girîng dide û balê dikişîne ku gerîla li Şemzînanê û her derê xwedî însiyatîf e. Li aliyekê çalakiyên kontrola rê, li aliyekê çalakiyên li dijî leşkerên dixwazin çeperên xwe çêbikin, li aliyek din serdegirtinên berfireh ên weke ya li dijî Kalekola Harûnayê ya di navbera Gever û Şemzînanê de pêk hat. Ango gerîla û leşker di nava hev de ne. Leşker nikarin biçin cihên ku dixwazin. Qereqol û leşker bi xwe di bin çavdêriya gerîlayan de ne.

Ji fermandarên HPG’ê Reşîd Serdar, diyar dike ku artêşa Tirk a ku li hemberî gerîlayan tengezar bûye, tektîkek xurt bi kar tîne û dixwaze bi vî rengî encamekê bigire; lê li hemberî van rêbazên gerîlayan artêşa Tirk nikare tu encamên dixwaze bi dest bixe. Serdar dibêje ku artêşa Tirk dixwaze cerdevantiyê ji nû ve aktîf bike. Fermandarê gerîlayan radigihîne ku divê cerdevan neyên van lîstokên dewleta Tirk û dibêje; “Kesên ku divê demê de li aliyê dewleta Tirk cih digirin, dê dîrokê de weke xayînan cih bigirin. Êdî tu pêwîstiya Kurdan bi dewletêtune ye. Divê cerdevan neyên van lîstokan.” Fermandar destnîşna dike ku ji bo polîtîkayên dewleta Tirk ya “kurdan bi kurdan bide şkandin” pûç bibe, divê hemû gelê Kurd bihîstyar be.

Ji fermandarên gerîlayan ên Eniya Şemzînanê Çîçek Botan jî heman banga dubare dike. Çîçek Botan balê dikişîne ku li herêma Şemzînanên jinên Kurd ji 23’ê tîrmehê ve li eniyê pêşengiyê dikin û behsa tiştên di şer de diqewimin dike. Fedekarî, wêrekî û berxwedana bê hempa ya jin û mêrên Kurdan weke mînak dide û balê dikişîne ku hejmara kesên ku dixswazin di şer de cih bigirin pir zêde ye. Botan diyar dike ku fermandarên ku divê çalakiyan koordîne bikin, beşdarî çalakiyên fedayî dibin û behsa gerîlayên jin û mêr ên ku ji bo hevalên xwe rizgar bike bedenên xwe dike mertal dike. Çîçek Gotan dide diyarkirin ku ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurdistanê têbikoşin û dibêje ku Şemzînan jî beşek ji vê berxwedanê ye.

Her wiha, balê dikişîne ser performansa fermandarên gerîlayan ên li eniyê. Ji bo pêwîstiyên lojîstîk, baregeh, çeper û gelek pêwîstiyên din ên gerîlayan bê rawestan dixebitin. Moralê gerîlayan jî li cihê xwe ye. Hemû êrîşên artêşa Tirk nikarin gerîlayan pêngavek jî ber bi paş ve bibin. Gerîla çepera ku dixwaze bi dest dixe. Leşkerên artêşa Tirk yên ku derdikevin herêmê li rastî taktîkên xurt ên gerîlayan tên. Ev taktîkên gerîlayan nedişibin taktîkên şerê klasîk ê gerîlayan û ne jî dişibe şerê artêşên rêkûpêk. Ev taktîk û stratejî ya HPG’ê bi xwe ye. Ji ber van taktîk û stratejiya gerîlayan ahengiya artêşa Tirk ji hev dikeve. Helbet ne tenê artêşa Tirk tenê, di heman demê de atmosfera siyaseta Enqereyê jî têk çûye. Tenê zêdebûna bombebarana li Şemzînanê vê nerehetiyê dide der. Artêşa Tirk a ku nikare tu encamekê bi dest bixe li hemberî gerîlayan pir bê aram e. Jixwe mirov ji wêneyên leşkeran ên ku li ser cenazeyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wêne dikişînin, dibîne bê çiqas bêçare ne.

Bi ya gerîlayên di çeperan de, berdewamkirina çalakiyên gerîlayan û înîsiyatîfa wan bi kurtî artêşa Tirk û hukûmeta AKP’ê serûbin bûye. Gerîla dibêjin ku Tayyîp Erdogan li ber teqînê ye, û dibêjin ku Necdet Ozel serfermandarê artêşa Tirk ê herî binketî û bê kesayet e, xwe ji ketina binê kûrahiya dîrokê re amade dike. Ya herî girîng leşkerên bi pere yên Tirk, bi qasî ku navê wan nayê gotin jî bi qîmet û nirx bûne. Hemû gerîlayên ku em dibînin, dibêjin ku leşkerên bi pere yên ku li hemberî gerîlayan şer dikin artêşa AKP’ê ne. Ev leşkerên ku tu hestên wan tune ne, di warê psîkolojîk û exlaqî de jî tu nirxek ê wan tune ye. Gerîla radigihînin ku leşkerên bi pere hedefên wan ên sereke ne.

Li eniya Şemzînanê polîtîkayên şerxwaz ên AKP’ê yên ku Tirkiyeyê anîn e vê rewşê wiha tê şîrovekirin.