Tankek hate rûxandin, 5 leşker hatin kuştin
Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê YJA-Star ên ku bê navber dewam dikin de tankek hate rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 5 leşker hatin kuştin.
Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê YJA-Star ên ku bê navber dewam dikin de tankek hate rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 5 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, diyar kir ku li Kurdistanê li dijî dagirkirina dewleta Tirk çalakiyên hêzên gerîla dewam dikin. HPG, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de encamên çalakî û êrîşên dijmin wina ne:
COLEMÊRG
16’yê Cotmehê saet 19:30’ê û 17’ê Cotmehê di saet 03:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Şkêrê Spî û Girê Konxerveyê gêrêdayî navçeya Şemzînan a Colemrêgê bomberdûman kiribû. Dîsa 17’ê Cotmehê saet 00:00’an helîkopterên Skorsy li herêmê leşker danîne.
17’yê Cotmehê saet di 11:30’an de hêzên gerîla, li dijî leşkerên li giê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek a sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
17’yê Cotmehê saet di 12:00’an de hêzên gerîla li dijî leşkerên artêşa Tirk a li derdorî Girê Şehîd Gafûr a li herêma Oremar a li navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bûne bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.
ŞIRNEX
17’yê Cotmehê saet 13:30’an de hêzên gerîla, li dijî leşkerên ku li Girê Evnêbênat ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ji 2 baskan ve çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya baskê yekem ê bi çalakiya sekvaniyê leşker hate kuştin, balskê dûyem ê çalakiyê bi çekên giran li tankên li gir xistin. Di vê çalakiyê de tankek hate rûxandin, 3 leşker jî hatin birîndarkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevriyên me yên ku li çalakiy Gûze Kûrkê de şehîd ketibûn hate lidarxistin. Pişît çalakiyê herêm ji aliyê helîkopterên Kobra ve hate bomberdûmankirin.
AMED
17’yê Cotmehê di saetên sibehê de artêşa Tirk li herêma Şehîd Navdar a girêdayî navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonekê kirine.
ÇEWLIG
16’yê Cotmehê artêşa Tirk li herêmên qontara Qir û Şehîd Hozan ên girêdayî navçeya Korxol a Çewlikê dest bi operasyonekê kirine. Di heman rojê de saet 16:00’an operasyon bê encamam vekişiyaye.
AGIRÎ
11’yê Cotmehê artêşa Tirk li derdora Çiyayê Tendûrek ê Agiriyê dest bi operasyonekê kir, di şerê li vir de 12 leşker hatin kuştin, piştî şer li herêmê dûrbînek a roj, 3 xelekên BKC, 1 jerjora HK-33 û gelek guleyên çeka M-16 hatin dîtin. Li gorî çavkaniyê herêmî di encama şerê li herêmê de 30 leşker hatine kuştin.