Talebanî dê li Almanyayê bê dermankirin

Talebanî dê li Almanyayê bê dermankirin

Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî ku roja sêşemê ji nişka ve nexweş bû û li Bexdayê hate dermankirin, dê vebiguhêzên nexweşxaneyek taybet a Almanyayê. Bijîşkan dan dazing ku rewşa Talebanî baş e.

Ji bijîşkên Talebanî Dr. Necmedîn Kerîm agahî da kanala Kurdsatê û diyar ku piştî ku tîma pispor a bijîkên Alman gihişt, dê sibê Talebanî bibin Almanyayê û dê li wir were dermankirin.

Bijîşk Necmedîn Kerîm ragihand ku piştî bijîşkên pispor piştrast kirin ku rewşa tendurîstiyê ya Talebanî baş e, diyar kirin ew ê sibê bibin nexweşxaneyeke taybet a Almanyayê û dê li wir bê dermankirin.