SZK amade ye di 20 dibistanên Rojava de dersan bi Kurdî bide

SZK amade ye di 20 dibistanên Rojava de dersan bi Kurdî bide

Li Rojavayê Kurdistanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew di rewşa heyî de amade ne li 20 dibistanên seretayî perwerdeya bi temamî ya Kurdî bidin. Di çarçoveya vê biryarê de, dest bi pêvajoya amadekirina mamosteyên perwerdeya Kurdî kir.

Li Rojavayê Kurdistanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew di rewşa heyî de amade ne li 20 dibistanên seretayî perwerdeya bi temamî ya Kurdî bidin. Her wiha, li Qamişloyê mamosteyên ku heta niha li dibistanan dersên Erebî didan, ji bo bikarin heman dersên xwe bi Kurdî bidin, dest bi dewreya hînbûna Kurdî kirin.

Li bajarokê Girkê Legê bi vê armancê civîna mamosteyan hat lidarxistin. Endamê Saziyê Izzedîn Ebdella di civîna de bi bîr xist ku wan heta niha tevî hemû zor û zehmetiyan jî, mohra xwe li gelek xebatên girîng dane. Piştî axaftinan, ji bo birêveberiya kar û xebatên perwerdeyê, desteya ji 11 kesan pêk tê hat destnîşankirin.

Li bajarê Qamişlo jî, bi armanca amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî, xebateke taybet dest pê kir. Mamosteyên gelek beşên cûda yên li dibistanên fermî kar dikin, ji bo heman beşên xwe bi zimanê Kurdî bidin zarokan, beşdarî dewreyeke taybet bûn.

Li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Efrînê Şêrawa jî, di çarçoveya xebatên amadekariya perwerdeya bi Kurdî de, civîna mamosteyan hat lidarxistin.