Sûrçî yê YNK’î: Gerîla hêza herî bi bandor a herêmê ye

Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî ragihand ku amadekariyên operasyona Mûsilê gihiştiye merheleya dawî, êdî hêz li benda fermana operasyonê ne.

Sûrçî diyar kir ku ji bo tevahî eniyên ku wê operasyon lê biqewime sewqiyatên leşkerî têne kirin, diyar kir ku eger hêzên HPG û YBŞ’e tevlî vê operasyonê bibin wê rolek girîng bilîzin.

Sûrçî ragihand ku DYA, li çiyayê Başîk çekên giran û leşker bi cih kirine, li gor texmîna wî jî ev hewldana artêşa Tirk e ku dixwaza ketina Mûsilê asteng bike.

JI BO OPERASYONÊ LI BENDA FERMANÊ NE

Li ser dema destpêkirina operasyona Mûsilê nîqaş didomin, mijara wê kîjan hêz tevlî vê operasyonê bibin jî bûye girêk. Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî têkîldarî mijarê nêrînên xwe ji ANF’ê re ragihand û ev agahî parve kirin:

“Çend mehên dawî artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan çend navçe û bajarokên Mûsilê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Ev operasyonên di çarçoveya operasyona azadkirina Mûsilê de bûn. Beriya niha jî mabeyna hêzên koalîsyonê, artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge de lihevkirinek têkîldarî vê hatibû îmzekirin. Li gor vê lihevkirinê, hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê wê li tevahî eniyan tevlî operasyona Mûsilê bibin.

Jixwe li dor Xazir û Bendava Mûsilê û li gelek eniyan sewqiyata leşkerî ev çend roj in dewam dike. Dîsa, sewqiyatên li eniya rojava ya Mûsilê, eniya Tel Aferê jî bi heman şêwazî didome. Hêz êdî amade ne û ji bo destpêkirina operasyonê li benda fermanê ne.”

‘DAÎŞ WÊ LI MÛSILÊ TÊK BIÇE’

Sûîçî, li ser pirsa ka di operasyona Mûsilê de DAÎŞ xwedî ew hêza berxwedanê ye an ne jî got; “DAÎŞ wê hewl bide li ber xwe bide, lê wê teqez têk biçe.

Bê guman ew jî amadekariyên xwe dikin û wê şer bikin. Em dizanin di serî de nêzî 10 hezar hêza wan a leşkerî hebû. Lê di têkoşîna heta niha de gelek kuştiyên wan çêbûn. Lê dîsa jî wê li ber xwe bidin û teqez e ku wê li Mûsilê têk biçin.”

Sûrçî destnîşan kir ku leşkerên DYA ji bo astengkirina leşkerên Tirk xwe li çiyayên Başîk bi cih kirine û got; “Ji ber ku çiyayê Başîk ji bo vê qadê xwedî girîngiya stratejîk e.”

 ‘GERÎLA HÊZA HERÎ BI BANDOR A HERÊMÊ YE’

Sûrçî, têkîldarî hêzên HPG, YBŞ û Heşd El Şebî yên tevlîbûna wan a operasyona Mûsilê hê jî tê nîqaşkirin, diyar kir ku heta niha ji bo mijarê ti biryar nehatine dayîn, lê eger HPG’e tevlî bibe wê rolek mezin bilîze, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn ti hêz qasî hêza gerîla şerê bi bandor nameşîne.

Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî, eşkere kir ku heta niha ji bo operasyona Mûsilê ti hêzên Heşd El Şebî li eniyan nehatine bicihkirin, wiha dirêjî da axaftina xwe; “Tevahî hêzên hatine girêdayî artêşa Iraqê ne.

Heta niha biryarek ji bo tevlîbûna hêzên HPG û YBŞ’ê nehatiye girtin. Lê, bi van hêzan re ji nêz ve têkîliyên me hene û her tim diyar dikin ku kengî bê xwestin amade ne.

Hêzên HPG’ê, li Şengal, Rabîa û li tevahî cihên ku ketine şer, serkeftinên mezin bi dest anîne. Di şerê bajêr de bûn xwedî ezmûnên mezin. Li gor mine ger tevlî şerê Mûsilê bibin wê rolek cîdî bilîzin. Li gor min heta niha ti hêz nîn in ku qasê hêzên gerîla di şerê bajêr de xwe perwerde kiribin û encam girtibin. Lewre jî wê di operasyona Mûsilê de rolek mezin bilîzin. Lê wek min diyar kir, ji bo vê jî divê bi hikûmeta Iraqê û hêzên koalîsyonê re lihevkirinek çêbibe.”