Siyasetmedarê Kurd Merab Şamoyev çû ser dilovaniya xwe
Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd ên Sosyal a Navnetewî Merab Şamoyev çû ser dilovaniya xwe.
Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd ên Sosyal a Navnetewî Merab Şamoyev çû ser dilovaniya xwe.
Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd ên Sosyal a Navnetewî û yek ji endamê pêşî yê KNK’ê Merab Şamoyev li nexweşxaneya ku lê tedawiya pençeşêrê didît, berê vê sibehê çû ser dilovaniya xwe.
Merab Şamoyev di nav şandeya Komên Dewletên Serbixwe (KDS) de cih girtibû ku 1994’an çûbû paytexta Sûriyê Şamê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hev dîtibûn, piştî vegerê jî weke rêveberê Otonomiya Federal a Netewî ya Çanda Kurd a Rûsyayê dest bi kar kiribû.
Ev ji 20 salan zêdetir e Şamoyev ê ku di gelek saziyên Kurd de rêveberî kiriye û ji bo azadiya gelê xwe ked daye, herî dawî seroktiya Yekîtiya Saziyên Kurd ên Sosyal a Navnetewî dikir. Şamoyev gelek salan di çarçoveya vî karî de di serî de li Rûsyayê li welatên KDS’ê xebatên girîng bi rê ve birin, di heman demê de ji endamên pêşî yê KNK’ê bû li Federasyona Rûsyayê. Şamoyev ê ku di dîplomasiyê de çalak bû, weke endamê komîteya dîplomasiya KNK’ê ya li Rûsyayê demeke dirêj xebat bi rê ve birin.