Siwêrekî xwe ji rekora cîhanê re amade dikin

Siwêrekî xwe ji rekora cîhanê re amade dikin

Bi organîzasyona Komeleya Bajarkirin û Geşedana Siwêrekê (Sîvî-Der) a navçeya Siwêreka Rihayê, gelê navçeyê xwe ji rekorek a cîhanê re amade dikin. Helbesta Ahmet Arîf “Ez ji Anatolyayê me” dê 30 hezar kes bi hev re bixwînin. Serokê Komeleyê Muzzafer Bayram çû serdana Şaredarê Amedê Osman Baydemîr û piştgirî xwest.

Serokê Komeleya Siwêrekiyên Amed Bûrhan Erol û Serokê Komeleya Bajarkirin û Geşedana Siwêrekê Muzzafet Bayram hatin serdana Şaredarê Bajarê Mezin Amedê. Baydemîr ji ber serdana wana keyfxweşiya xwe anî ziman.

Her du komeleyan ji bo vê rekora cîhanê ji Baydemîr piştgirî xwestin. Bayram diyar kir ku dê wesayîtên ji Amedê biçin di 25’ê Îlonê saet di 09.00 de ji ber Komeleya Siwêrekiyên Amedê ya li Yenîyolê bi rê bikevin.

Baydemîr da zanîn projeyek bi heyecan e û diyar kir ku ew li ser daxwaza wan di aliyê teknîkî de piştgirî bidin.