Sîwerek ket Pirtûka Guinness ya Rekoran!

Sîwerek ket Pirtûka Guinness ya Rekoran!

Li navçeya Sîwereka Rihayê 30.321 kesan di heman demê de helbesta Ahmet Arîf ya “Anadoluyum Ben” xwendin.

Nêzî 30 hezar kes li Stada Fîrkan Tuysuz ya Sîwerekê hatin cem hev û ji pirtûka Ahmet Arîf ya Hasretinden Prangalar Eskitim helbesta Anadoluyum Ben xwendin û rekora cîhanê şkatin, her wiha ketin Pirtûka Guinness ya Rekoran.

Şahiya ku di bin çavdêriya Nûner û Hakemê ji Rekora Cîhanê ya Guinness yê Tirkiyeyê Şeyda Subaşi Gemîcî pêkhat, piştre Gemîcî rekor erê kir.

Piştî rekor hate şikandin, Serokê Sîvîl-Der’ê Muzafer Bayram diyarkir ku, wana fêkiyê xebata şev û roj ya 6 mehan girtiye.

Programa ku di demjimêrên nîvro de li navçeyê destpê kirin, piştî xwendina helbestê bi şahiyan dawî bû.