Sivîlên li Serêkaniyê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

Sivîlên li Serêkaniyê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

5 sivîlên ku di pevçûnên encama êrîşên komên çete de 11’ê kanûnê dest pê kiribûn hatibûn revandin, di çarçoveya peymana roja yekşemê bi navbera her du aliyan de pêk hat de serbest hatin berdan.

Di pevçûnên li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê de 5 sivîl ji aliyê komên çete ve hatibûn revandin. Di çarçoveya peymana roja yekşemê di navbera her du aliyan pêk hat de serbest hatin berdan.

Piştî agahiya serbestberdanê hat, gel daket kolanan û dilxweşiya xwe nîşan dan. Gel li gelek bajaran daket kolanan û ji bo YPG’ê dirûşim qêriya.

Roja 16’ê berfanbarê peymanek di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbû. Ev sivîl di vê çarçoveyê de serbest hatin berdan. Rojên 11-12ê kanûnê ji aliyê komên çete ve hatibûn revandin. Piştî ku komên çete windahiyên giran da banga agirbestê kir. Çeteyên ku birîndar bibûn biribûn nexweşxaneya Serêkaniyê a Rihayê.