‘Sîstema federalî tevahî gelan digire nav xwe û derfetên jiyana azad pêşkêş dike’
Li Rojava têkîldarî sîstema federalî civînên gel didome. Di civîna li Hesekê de peyama, “Sîstema federalî tevahî gelan digire nav xwe û derfetên jiyana azad pêşkêş dike” hat dayîn, bal kişand ser têkîliya AKP-DAIŞ’ê.
ANF
HESEKÊ
şemî, 26 adarê 2016, 15:15
TEV-DEM’ê bi armanca danasîna Sîstema Fedraliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê civîna gel li dar xist.
Civîn, bi beşdarbûna sedan kesî li Salona Silko ya li Taxa Xeşman a Hesekê hate lidarxistin. Endamê Meclîsa Damezirîner ê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Şahoz Hesen beşdarî civînê bû.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Şahoz Hesen sîstema Federaliya Demokratîk û girîngiya ragihandina wê di demên pêş de ji beşdaran re vegot. Hesen, da zanîn ku sîstema federaliya demokratîk bi armanca rêxistinkirina hemû beşê civakê pêk hatiye û wiha dom kir: “Bi vê yekê wê gelê herêmê di hemû aliyan de bêne birêxistinkirin. Ev sîstem bi hemû awayî dûrî parçekirina Sûriyê ye. Propagandayên hin derdor belav dikin û dixwazin sîstemê wekî sîstema parçekirinê bi nav bikin ji rastiyê dûr in. Armanca sîstemê yekgirtina di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê ye. Ev sîstem Kurd, Ereb, Suryaniyan û hemû pêkhateyên din bi cûdabûna çanda wan bigihîne hev û yekîtiya wan bihêztir bike.”
Hesen, di berdewama axaftina xwe de siyasetên ENKS’ê yên li dijî Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê derdikevin û wiha pirsyar kir: “ENKS’ê destpêka şoreşê îdîa dikirin ku ew federaliyê dixwazin, lê niha û piştî gelê herêmê amadekariya wê dikin, qebûl nakin. Idîa dikin ku ev federalî ne demokratîk e, ew li ser esasê siyasetên derve têkoşîna xwe didomînin. Kesên wekî Fûd Elîlo, Ebulhekîm Beşdar nûnertiya gelê Kurd nakin, ew li otelên derve rûniştine û pereyên digirin li hev parve dikin.”
Hesen di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya dewleta Tirkiyê û çeteyên DAIŞ’ê û wiha dom kir: “kiryarên komên çete yên DAIŞ’ê û jêkirina seriyan, wêrankirin û şewitandina erêd heman siyaseta ku dewleta Osmanî pêk tanîn.”
Di dawiya axaftina xwe de Hesen tekoşerên azadiyê yên li dijî dewleta Tirkiyê û komên çete jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
Piştî axaftinê Hesen bersiva pirsên beşdaran ên li ser sîstema Federaliya demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê da.
Di dawiya civînê de sînevîzyona ku ji gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk dihatin hate pêşkêşkirin.