Şirnexiyan bi zorê ji konan derdixînin

Polîsên Tirk bi ser konên Şirnexiyan de girt û hewl didin gel bi zorê ji konan derxînin.

Polîsên Tirk, ku beriya hefteyekê bi ser konên Şirnexiyan de girtin û gef li wan xwarin, niha jî welatiyan bi zorê ji konan derdixînin. Polîsên Tirk derdora konên li avahiyên derveyî bajêr hatin vedan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan dorpêç kirin û hewl didin gel ji konan derxînin. Welatiyên ku naxwazin ji konên xwe dernekevin ji aliyê polîsan ve bi zorê tên derxistin.