Yek ji mezintirîn şîrketên petrolê yên cîhanê Royal Dutch Shel aşkere kir ku ew jî plan dike ku ji bo veberhênanê li Başûrê Kurdistanê bike.
Li gorî nûçeya televîzyona El Cezîre, Shell jî dixwaze weke Exxon Mobil, Total û Gazpromê beşdarî xebatên lêgerîna petrolê yên li Başûrê Kurdistanê bibe.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku rayedarên şîrketê derbarê mijarê de bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re di nava têkiliyan de ne.
Shel sala borî jî, xwestibû li Başûrê Kurdistanê dest bi veberhênanê bike, lê ji ber helwesta tund a hukûmeta Bexdayê, xwe ji hevdîtinan vekişandibû.
Şîrketa Shelle bi hukûmeta Bexdayê re gelek peymanan mor kiriye.