Şêx Xeznewî hat bîranîn

Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê, Şêx Mûhammed Masûq el Xeznewî yê di sala 2005'an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve di binê çavan de hat qetilkirin, hat bîranîn.

Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê, Şêx Mûhammed Masûq el Xeznewî yê di sala 2005'an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve di binê çavan de hat qetilkirin, hat bîranîn.

Di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Înnsbruckê de, sînevîzyonek li ser jiyan û xebatên Xeznewî hat nîşandan. Dûre Bavê Salar mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku Xeznewî ji bo gelê Kurd û alema Îslamê alimekî mezin e. 

Di bîranînê de hat ragihandin ku Xeznewî yek ji pêşengênt evgera şoreşa li Rojavayê Kurdistanê ye û hat gotin, "Şehadeta wî hişmendiya neteweyî ya li Rojava xurttir kir. Di kesayetiya wî de em hemû şehîdên Kurdistanê bi mînetdarî bibîr tînin û careke din dubare dikin ku em ê pê re dilsoz bin."

Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.