Serweriya gerîlayan a li Colemêrgê didome

Serweriya gerîlayan a li Colemêrgê didome

HPG’ê aşkere kir ku serweriya gerîlayan a ku ji 23’yê tîrmehê ve li ser xeta Şemizînan-Gever û Çelê yên Colemêrgê dest pê kiriye berdewam dike. HPG’ê da zanîn ku kontrolkirina rê û rêbaran berdewam dike û ragihand ku gerîlayek jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê serweriya gerîlayên me ya li xeta naçveyên Şemzînan, Gever û Çeleya Colemergê de daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku serweriya gerîlayan ya li herêmê didome.

LI GELIYÊ DOSKIYÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN

Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li xeta naçveyên Şemzînan, Gever û Çeleya Colemergê kontrolên rê yên asayî berdewam dike. Di vê çarçovê de di 22'ê Îlonê de di navbera saet 06.00-12.00'an de li ser riya Gever - Oramarê li herêma Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatiye rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

GERÎLAYEK JIYANA XWE JI DEST DA

Di 21'ê Îlonê de 22.30-23.00'an li ser riya Colemerg û Çelê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine derkevin operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, herweha rêhevaleke me jî gihîştiye şahadetê. Piştî pevçûnê li dijî herêmê ji aliyê dijmin ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Wê nasnameya gerîlayên me yê gihîştiye şahadetê dema hate zelalkirin wê were eşkerekirin.

BOMBEBARAN DIDOME

Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 22.00-22.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî girê Gepera Oramarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Herweha di navbera saet 09.00-15.00'an de bi hewan û obusan di navbera saet 21.00-22.00'an jî bi helîkopterên kobrayan li dijî çiyayê Çarçelayê bombebaran hatiye lidarxistin.

Artêşa dagirker a tirk ê li dijî herêma Çelê bombebaranên xwe berdewam dike, ji 21'ê Îlonê ve li dijî Geliyê Zap'a Çelê bi dijwarî bi hewan û obusan tê bombekirin.