Şervanên YPG'ê Dûman û Guzeller li Nantesê hatin bîranîn
Şervanên YPG'ê Cîhan Dûman (Hakî Şadî) û Îlhan Guzeller (Şoreş Dêrik) ên di meha Nîsanê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Fransa Nantesê hatin bîranîn.
Şervanên YPG'ê Cîhan Dûman (Hakî Şadî) û Îlhan Guzeller (Şoreş Dêrik) ên di meha Nîsanê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Fransa Nantesê hatin bîranîn.
Şervanên YPG'ê Cîhan Dûman (Hakî Şadî) û Îlhan Guzeller (Şoreş Dêrik) ên di meha Nîsanê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Fransa Nantesê hatin bîranîn.
Şervanê YPG'ê Cîhan Dûman (Hakî Şadî) yê li Kobanê ji ber teqîna mayîna çeteyan jiyana xwe ji dest da û Îlhan Guzeller (Şoreş Dêrik) ê li Kobanê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, li Nantesê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ya li Komeleya Çanda Kurd a Engîn Sîncer, ku mlbatên cangoriyan lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîn cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Xwişka şervanê YPG'ê Aslihan Toker, zavayê wan Fatîh Toker, metka wî Dîlber Kiliç û xizmên Dûman beşdarî bîranînê bûn.
Di axaftinên li merasîma bîranînê de dilsoziya bi têkoşîna şervanên YPG'ê re hat nîşandan û banga xwedîderketina li bîranîna wan aht kirin. Hat ragihandin ku Îlhan Guzeller (Şoreş Dêrik) ji sala 1994'an û vir ve di nava refên têkoşîna azadiyê de bû û bi têkoşîna xwe re destan nivîsandiye. Hat gotin ku şervanê YPG'ê Dûman jî li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê, li gelek qadan têkoşîneke bi lehengî meşandiye û ji mewziyên qezenç kiriye bi destê çeteyên DAIŞ'ê ve bernede, pê li mayîneke çeteyan a hatibû çandin ve kir û jiyana xwe ji dest da. Hat destnîşankirin ku di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de her roj agahiyên şehadetê tên û ev yek nîşan dide ku gelê Kurd çiqasî bi azadiyê ve dilsoz e.
Di axaftinan de her wiha hat ragihandin ku AKP tevî desteka xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle çanda lîncê afirandiye, li Bakurê Kurdistanê jî bi sextekarî nêzî Quranê dibe û di bin navê 'dîn' de dixwaze gelê me bixapîne.
Hat diyarkirin ku gelê Kurd nêzîkatiyên bi vî rengî yên sexte baş dibîne, di dema derbasbûna Erdogan û Davûtoglû de berê xw zîvirandiye û bi vî rengî bersiv daye wan. Hat gotin ku Erdogan û Davûtoglû şerxwaziyê dikin û gelê Kurd wê bi sekna xwe ya xurt a rêxistinbûyî bersivê bide van.
Di merasîmê de xwişka şervanê YPG'ê Aslihan Toker, zavayê wan Fatîh Toker, metka wî Dîlber Kiliç peyama "Em bi şehîdên xwe re ser bilind in û divê hîn bêhtir xwedî li bîranîna şehîdan were derketin."
Di merasîmê de her wiha Ferînaz Xosrewanî ya li bajarê Mahabadê dema hewl dida xwe ji tecawizkariya îstîxbarata Îranê rizgar bike jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.
Merasîma bîranînê piştî dayîna nanê xêrê û xwendina duayan bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.