Şervanên Êzidî: Newroza 2015’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo û Gelê Kurd - BI DÎMEN
Şervanên YBŞ’ê ku li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê welatê xwe diparêzin Newroza Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Şervanên YBŞ\YPJ Şengalê hestên xwe yên der barê Newrozê de wiha anîn ziman:
Şervanê YBŞ’ê Firaz: Ez cejna Newrozê ya hemû gelê Êzidî û gelê Kurd pîroz dikim. Berê di Newrozan de tenê dixwazin. Karekî din tİne bû. Ne wek niha bû. Niha baştir e, rêxistina me hat avakirin, em leşker in gelê xwe diparêzin. Bila carek din Newroz li gelê Êzîdî û Kurd pîroz be.
Şervana YPJ-Şengalê Efrîn: Hêviya min e ve ku Newroza 2015’an azadiyê bîne ji gelê Kurd û Rêber Apo re. Ez cejna gelê Kurd û Rêber Apo pîroz dikim. Înşaalah wê Newroz bibe sala azadiya gelê Kurd û Rêber Apo. Sala borî me li malên xwe Newroz pîroz dikir. Niha em leşker in. Em ê Şengalê rizgar bikin. Hê komkujî didome. Em ê di sala nû de dawî li vê zilmê bînin.
Şervanê YBŞ’ê Rojhat Qeyranî: Ez Cejna Newrozê bi taybet li Rêber Apo û gelê Kurd û Êzidî pîroz dikim. Em naxwazin ev Newroz wek yên berê derbas be. Berê em li malê xwe bûn. Ev Newroz înşaalah wê bibe sala azadiya Rêber Apo. Daxwaza min ev e ku ev Newroz bibe rizgariya Şengalê.