Şervanên Ceyş El-Siwar 3 êrîşên çeteyan têk birin

Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar ragihand ku hêzên wan 3 êrîşên cuda yên çeteyên DAIŞ’ê ku li ser gundên Um El-Qura û Um El-Hoş li dar xistin, pûç kirin.

Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar têkîldarî êrîşên  çeteyên DAIŞ’ê yên li ser nuqteyên hêzên şoreşger ên li herêmên Şehbayê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyana Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar  de hate destnîşankirin ku hêzên wan 3 êrîşên cuda yên çeteyên DAIŞ’ê ku li ser gundên Um El-Qura û Um El-Hoş li dar xistin, pûç kirin û wiha hate gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê erîşî nuqteyên Ceyş El-Siwar (ên ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Babê, Eniya Jinên Şehbayê, hêzên El-Eşayir û Lîwa El-Şemal El-Dîmuqratî ve têne destekkirin ) kirin. Di encamê de, şerê demkî di navbera çeteyan û şervanan de, rû da. Çeteyên DAIŞ’ê nuqeteyên hêzên me yên li gundên Um El-Qura û Um El-Hoş bi çekên giran (hewan û doçka) kirin hedef, her wiha hêzên me jî bersiva van êrîşan da.

Şevê din saet di 01.00’ê de, çeteyan ji gundê El-Hesiye hewl dan bikevin van gundan, lê şervanên me hewldana çeteyan têk birin û wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan beriya bigihêje armanca xwe teqandin.

Piştre çeteyan bi hewan û doçkayan gundên Um El-Hoş û Um El-Qura topbaran kirin û vê carê çeteyek li ser motorsîkletekê hewl da xwe di nav nuqteyên şervanan de biteqîne. Lê beriya bigihêje armanca xwe, ji aliyê şervanan ve hate hedefkirin.

Şevê din saet di 20.00’an de, careke din çeteyan ji gundê Hesiye wesayîteke bombebarkirî şandin, lê dîsa beriya bigihêje nuqteyên şervanan, hate teqandin.

Hewldanên çeteyên DAIŞ’ê ya ketina nuqteyên hêzên me hê jî didomin. Şervanan hemû hewldanên çeteyan têk birine û di navbera şervanan û çeteyan de, şerê demkî rû didin.”