Şervanê YPG'ê Mehmet Temel (Sînan Qendîl) ê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de duh li Kobanê birîndar bû û ji bo tedawiyê anîbûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê jiyana xwe ji dest da.
Şervanê YPG'ê Mehmet Temel (Sînan Qendîl) ê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de duh li Kobanê birîndar bû û ji bo tedawiyê anîbûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Temel ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Temel ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşma, "Şehîd namirin" ber bi Pirsûsê hat ve şandin. Dema cenazeyê Temel gihişt Elîgorê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîn e" , "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Temel sibê wê li Taxa Elîgorê ya Pirsûsê bê definkirin.