Şervanê YPG’ê Ozkîşî li Amedê spartin axê

Şervanê YPG’ê Mehmet Sadik Ozkîşî (Bahtiyar Amed) ê li Rojava bajarê Hesekê yê Kantona Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞê jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê spartin axê.

Şervanê YPG’ê Mehmet Sadik Ozkîşî (Bahtiyar Amed) ê li Rojava bajarê Hesekê yê Kantona Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞê jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê şervanê Mehmet Sadik Ozkîşî (Bahtiyar Amed) ê li Rojava bajarê Hesekê yê Kantona Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞê jiyana xwe ji dest da bi meşeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê Ozkîşî piştî otopsiyê anîn Goristana Yenîkoy, li vir piştî wecîbeyên olî bi meşekê anîn beşa “şehîdgehê” ya goristanê. Namzetên HDP’ê yên Amedê, malbata Ozkîşî û bi hezaran kesên di merasîmê de amade bûn, dirûşmên "Rêya şehîd rêya me PKK partiya me", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG", "Şehîd namirin" gotin. Cenazeyê Ozkîşî bi dûayan hat defnkirin.

Paşê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat.