Şervanê YPG’ê Merîç spartin axê

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ozgur Merîç (Azad Serhad) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran kesan li gundê Ulukentê yê Giyadînê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ozgur Merîç (Azad Serhad) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran kesan li gundê Ulukentê yê Giyadînê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ozgur Merîç (Azad Serhad) ê 9'ê Gulanê li gundê Qil Heydê yê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî wecîbeyên olî yên li Amedê ber bi Giyadînê ve hate şandin. Cenazeyê Merîç li duryana Giyadînê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Esnafên navçeyê ji ber cenaze dikanên xwe girtin û tevlî girseyê bûn. Cenazeyê Merîç ji navenda bajar re derbas kirin û ber bi gundê Ulukentê ve birin. Di ketina gund de cenaze bi girseyî hate pêşwazîkirin. Piştre cenaze ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin bi meşê birin mizgefta gund. Li vir posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên YPG'î Merîç, alên PKK'ê û YPG'Ê hatin vekirin û dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Qatil DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin.

Li goristanê piştî sirûda "Çerxa Şoreşê" rêzgirtin pêk hat. Rêveberê MEYADER'ê Hamdullah Kiliç diyar kir ku li ser gelê Kurd siyasetek qirêj tê meşandin û serkêşiya vê siyaseta qirêj jî Tayyîp Erdogan dike û wiha got: "Êdî bes e. Hûn ê di xwîna ciwanên Kurd de bixeniqin.Divê êdî me bibin yekê."

Namzeta HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr jî diyar kir ku gel gelek berdêlên giran dan û wiha got: "Em dizanin kî li ser gelê me siyaseta qirêj dike. "

Piştî axaftinan cenazeyê Merîç bi dûayan hate definkirin. Piştre girse çû gund û sersaxî li malbatê da.