Şervanê YPG’ê Dilbirîn Rojava ber bi rêwîtiya dawî hat birêkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilbirîn Rojava li goristana Şehîd Mehmûd Tame ya li rojavayê bajêr hat oxirkirin.

Şêniyan ji pêşiya nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî, cenazeyê Têoşer Îbrahîm Xelîl Kurdo (Dilbirîn Rojava ) di 24′ê Cotmehê de, dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, ji aliyê sekvanên artêşa Tirk ve li ser sînorê di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Şêniyên bajarê Girê Spî cenazeyê têkoşer Dilbirîn Rojava ji nexweşxaneya Wetenî ya bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Mihemed Tame ve ketin rê.

Girseya gel dirûşmeyên dilsoziya bi cangoriyên azadiyê re berz kirin û alên YPG/YPJ′ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Saziyên Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bilind kirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê û merasîmeke leşkerî a ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Malbata Şehîd Dilbirîn soza şopandina têkoşîna azadiyê dan. Di dawiya merasîmê de, di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi Şehîdan re, cenazeyê şervan spartin axê.

Nasnameya têkoşer wiha ye:

Nasnav: Dilbirîn Rojava
Nav û Paşnav: Îbrahîm Xelîl Kurdo
Navê Dayikê: Lemya
Navê Bav:Xelîl
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobralkê 1996
Dîroka Tevlîbûnê: 2016
Cih û Dîroka Şehadetê: Girê Spî 24/10/2016