Şervanê Yekîneyên Parastina Gel Demhat Dêrik (Mihemed Ehmed) ê di êrîşa dagirkeriya Tirk de ku li dijî gundê Xerab Reşik ê herêma Dêrikê ku dikeve li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Şehîd Xebat hat oxirkirin.
Bi hezaran welatiyên herêmên Dêrikê û Girkê Legê ku al û sembolên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bilind hildan ji bo oxirkirina cenazeya têkoşer li pêşiya nexweşxaneya bajarê Dêrikê hatin cem hev. Piştî ku welatiyan darbest wergirtin, bi karwanekî girseyî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê. Di riya goristanê de hevalên Demhat cenazeyê wî rakirin ser milan û darbest li qada merasîmê danîn.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo tevî şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî vê merasîmê bûn.
Destpêkê şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin merasîmeke leşkerî li dar xistin û piştre Fermandara YPG/YPJ’ê Roza Dêrik axaftinek kir. Roza diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk êrîşî destkeftiyên gelê Rojava û herêmên Şehbayê dike û hewl dide ku li herêmê aramiyê têk bibe.
Hevserokê Meclîsa Gel a Herêma Beravê Hesen Hemze jî axivî û anî ziman ku sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê wê rojekê were rakirin û wiha pê de çû: “Me berê jî li ser vî sînorî têkoşîn kiriye û em hê jî dikin. Em ê riya têkoşîna xwe hetanî dawiyê dewam bikin û bi ser bikevin. HDP’ê ku şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi dest xist serkeftineke mezin kir. Dijmin xwe ranegirt û ji endam û hevserokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê tolê hiltîne. Li dijî xelkên herêma Şehba jî komkujiyan dike û plan dike ku Minbicê jî dagir bike.”
Paşê nasnameya şervanê YPG’ê Demhat Dêrik ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Ibêd ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Hevalên Demhat cenaze rakirin û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyan dilsoziya bi têkoşer re spartin axê.