Cenazeyê Şervana YPJ'ê Salîha Tanrikulu (Savuşka Spêrtî) ya ku li Serêkaniyê di encama qezayekê de birîndar bibû û piştre li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Silopiyê ji aliyê zêdehî deh hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Salîha Tanrikulu (Savuşka Spêrtî) ya ku du meh berê li Serêkaniyê di encama qezayekê de birîndar bibû û li Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da li navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi tevlîbûna deh hezaran kesan bi merasîmekê hate definkirin. Cenazeyê Şervana YPJ'ê Tanrikulu ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve li Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêr hate wergirtin û ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Piştî karên otopiyê cenazeyê Tanrikulu ber bi Şirnexê ve derxistin rê. Cenazeyê Tanrikulu li herêma Nerduş bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin û piştre ber bi Silopiyê ve birin û li ber Mizgefta Şehîdan a Taxa Cûdî hate pêşwazîkirin. Darbesta Tanrikulu ya bi ala YPJ'ê hat pêçandin ji aliyê jinan ve hate wergirtin û ji bo wecîbeyên olî birin mizgeftê.
BI GULAN HATE OXIRKIRIN
Piştî wecîbeyên olî destên şervana YPJ'ê Tanrikulu ji aliyê hevalên wê ve hate henekirin. Darbesta Tanrikulu careke din ji aliyê jinan ve hate wergirtin û li ser milan ber bi goristanê ve birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê, Şervana YPJ'ê Tanrikulu hatin vekirin. Piştî meşê darbesta Tanrikulu li goristanê bi gulan hate definkirin.
'EM Ê XWEDÎ LI EMANETÊ WAN DERKEVIN'
Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê Mela Kasim Yîgît axivî û sersaxî li malbat û gelê Kurdistanê xwest û wiha got: "Berxwedan û têkoşîna ciwanên Kurdistanê ya li Rojava ji hemû cîhanê re bû sîmeya yekîtî û yekbûnê. Şehîdên me li çar parçeyên Kurdistanê bi têkoşîna xwe yekîtî û yekbûyîn emanetî me kirin. Em ê jî heya dawiyê xwedî li vê emanetê xwe derkevin."
'CIWANÊN ME NIRXÊN ME YÊN HERÎ MEZIN IN'
Namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî hemû şehîdên şoreşê bîranîn û wiha got: "Ciwanên ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirin nirxên me yên herî mezin in." Bîrlîk berxwedana piştî êrîşa zayendî ya li hemberî Ferînaz Xosrawanî ya Mahabadê jî silav kir û diyar kir ku êrîşa li hemberî Ferînaz li hemberî hemû gelê Kurd û Kurdistanê pêk hatiye û wiha axivî: "Rejîma Îranê wê bi tirsa tilîliyan a Arîn, Viyan û Bêrîtanan bixeniqe."
'SERÊ GELÊ KURD SAX BE'
Dayika Şervana YPJ'ê Tanrikulu Naze Tanrikulu jî got ku di serî de serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd sax be.
Piştî axaftinan girse çû Taxa Kobanê û konê sersaxiyê ziyaret kir.