Sersaxiya gêrîla Karaer bi girseyî tê ziyaret kirin

Sersaxiya gêrîla Karaer bi girseyî tê ziyaret kirin

Serdanê sersaxiyê yên ji bo gêrîla Muhbet Karaer (Vejîn Êlih) ku 2 rojin di dome, bi girseyî tê ziyaret kirin.

Di 16'ê Mijdarê de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derketibû û di şer de 4 gêrîlayên HPG'ê ku Muhbet Karaer (Vejîn Êlih) jî di nav de bû jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê gêrîla Karaer roja îna borî li Êlihê bi tevlîbûna hezaran kes hatibû defin kirin. Piştî definkirinê li Mala Sersaxiyê ya Taxa Petrolkentê ya Êlihê serdanê sersaxiyê hatibûn qebûlkirin.

Ev 3 roje serdanê sersaxiyê di domin. Îro jî rêvaberên MEYA-DER’ê ya Şaxa Êlihê, rêveberên BDP’ê yê rêxistina Êlihê û navçeyan jî di nav de gelek kes çûn serdanê sersaxiyê. Li dîwarên Mala Sersaxiyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û posterên Karaer û havlên wê ku pê re jiyana xwe ji dest dane, alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin.

Piştî ji bo malbatê ku sersaxî hate xwestin, Endamê MP’a BDP’ê Nezir Gulcan axafinek kurt kir û ji bo malbatê û hemû gelê Kurd sersaxiyê xwest. Gulcan diyar kir ku, ji bo rawestendina vê xwînê ew hêvî dikin ku ev şehîdê wan dawî be. Gulcan Serokwezîr Erdogan jî rexne kir û got, ew nizane êşa şehadeta zarokan zehmete. Gulcan da zanîn ku, çiqas bedel giran be bila bibe dê ew li şehîd, nirx û Serokê xwe derkevin. Gulcan bal kişand ser operasyonê û da zanîn ku, ew nikarin bi van operasyonan gelê Kurd xilas bikin.

'KES NIKARE ME XILAS BIKE'

Piştî Gulcan bavê gêrîla Karaer, Îsmet Karaer jî xêrhatina hemû mêvanan kir û wiha got: “Xwedê ji zalim re ne hêle ku vê heqaretê li ser gelê me dike. Em vê zilm û zorê hewaleyî xwedayê xwe dikin. Keça min şehîda hemû Kurdistanê ye.” Apê gêrîla Karaer Nusredîn Karaer jî da zanin ku tu, kes nikare wan xilas bike û got ger ku Vejînek çûbe dê bi dehan Vejîn cihê wê tije bikin.

Sersaxî dê sibê bi dayîna mewludê bi dawî bibe.