Serokkomarê Iraqê Telebanî sewqî Almanyayê kir

Serokkomarê Iraqê Telebanî sewqî Almanyayê kir

Serokkomarê Iraqê û Serokê YNK’ê Celal Telebanî ku ji ber sedema “xwîn rijîna ser mejî” rakiribûn Nexweşxaneya Bexdayê, îro sewqî Almanyayê kir.

Di daxuyaniya li buroya Serokkomar Telebanî hate kirin de, hate ragihandin ku, Telebanî ji bo biçe Almanyayê bi ekîba xwe ya tenduristiyê ve ji navenda tenduristiya Bexdayê derket. Hat aşkera kirin ku, dema ku rewşa Telebanî baş bû, wê demê mimkun dibe ku sewqî dervey welat bikin.

Roja Çarşemê ji dixtoran Necmedîn Kerîm gotibû, dema rewşa tenduristiya Serokkomar Telebanî baş bû, ew wê demê dikarin bibin Almanyayê. Ji buroya Telebanî berpirsê çapemeniyê Barzan Şêx Osman jî got, biryara sewqa Almanyayê ji aliyê dixtorên Iraqê, Almanya û Îngiltereyê ve hatiye girtin.

DI DERBARÊ PIRSGIRÊKA TENDURISTIYA TELEBANÎ DE AGAHIYEK ZELAL NAYÊ DAYÎN

Piştî rojekê Telebanî rakirin nexweşxaneyê, roja Sêşemê televîzyona Irakiye îdîakir ku, xwîn rijiyaye ser mejiyê Telebanî. Buroya Serokkomariyê jî got, “demar hişkbûne”. Dixtor di derbarê tenduristiya Telebanî de agahiyek zelal nadin.