Serokê BDP’yî ji 'endamtiya rêxistinê' hate girtin

Serokê BDP’yî ji 'endamtiya rêxistinê' hate girtin

Serokê berê yê BDP’a Colemêrgê Mehmet Siddik Yildirim di çarçoveya doza derbarê wî de hatiye vekirin îfadeyê bide, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hate girtin.

Serokê berê yê BDP’a Colemêrgê Mehmet Siddik Yildirim dema ku serokê bajar bû piştî di operasyonên bin navê “KCK”ê û girtinan de derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, Yildirim ji bo îfadeyê bide çû Edliyeya Wanê. Piştî ku li Dozgeriyê îfadeyê Yildirim hate girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Giran ya Nobedar hate kirin. Yildirim ku li Dadgehê îfade da, bi îdîaya “Endamê rêxistinêye” hate girtin û şandin girtîgehê.