Serokê BDP’a Xarpêtê (Elezîz) Turan Çelîk rastî êrîşa komeke nîjadperest hat. Hate zanîn ku Çelîk pir zêde xwîn wenda kiriye û xetereya jiyana wî didome.
Li Xarpêtê saet nêzî 09.30’an de Serokê BDP’ya Elezîzê Turan Çelîk dema ji mala xwe derdiket rastî êrîşa komeke ulkucu (nijadperestên Tirk) ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên parastin, hat.
Çelîk ku bi daran hate derbkirin, serê wî şkest, li bedena wî şûna derbeyên giran hate dîtin. Çelîk zêde xwîn wenda kir û ji aliyê şêniyên taxê ve rakirin nexweşxaneyê.
Çelîk ku li vir xistin emelyatê, xeteriya jiyana wî didome û hate zanîn ku di beşa lênerîna lezgîn de ye. Piştî bûyer hate bihistîn Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna û Serokê BDP’a Dêrsîmê Şerafettîn Halîs û gelek BDP’yî çûn nexweşxaneyê.
Li Tirkiyeyê piştî her pevçûnekê, rayedarê hikûmetê û çapmeniya tirk nîjadperestan berê wan dide kurdan. Ev nîjadperestî piştî kurê Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik jiyana xwe ji dest da jî di cîhana ferazî û medyaya civakî de jî xwe da der. Piştî teqîna Dîlokê ya 20’ê tebaxê jî hikûmetê û çapemeniyê nîjadperest teşwiqê êrîşê avahiyên BDP’ê kir. Di meha dawî de 12 avahiyên BDP’ê rastî êrîşan hatin.
Herî dawî di 11’ê îlonê de li Stenbolê li ber avahiya BDP’a Sultangaziyê komek nîjadperest hewl dan êrîşê BDP’e bikin. Dîsal fîrmayê ji Îzmîrê diçûn bajarên kurdan li Afyonê rastî komek nîjadperest da.
Êrîş bi taybetî li Dîlok,Îzmîr, Çanakkale, Kocaelî, Hatay, Afyon û Stenbolê pêk tê.