Serokê BDP'ê Çelîk ji mirinê xilas bû

Serokê BDP'ê Çelîk ji mirinê xilas bû

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Xerpêtê Turan Çelîk yê ku duh rastî êrîşa komeke ulkucuyan hatî û bi giranî birîndar bibû ji talokeya mirinê xilas bû.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Xerpêtê Turan Çelîk duh serê sibê rastî êrîşa komeke ulkucuyan hatibû û bi giranî birîndar bibû. Çelîk bi darbeyên dasê birîndar bibû û ji ber zêde xwîn winda kiribû rakiribûn Nexweşxaneya Damla ya Taybet û li beşa lezgîn dihate dermankirin. Hate ragihandin ku, Çelîk ji talokeya mirinê rizgar bûye.