Serokê BDP’a Tetwanê yê girtî qeyrana dil derbas kir

Serokê BDP’a Tetwanê yê girtî qeyrana dil derbas kir

Serokê BDP’a navçeya Tetwana Bedlîsê Mazlum Akgun k udi bin navê opersyonên KCK’ê de hate girtin krîza dil derbas kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin serokê BDP’a Tetwanê Mazlum Akgun ku li girtîgeha Tîpa E ya Mûşê girtiye qeyrana dil derbas kiriye. Akgun di 6’ê îlonê de roja pêncşemê di saetên serê sibê de 05.00’an de di xew de krîza dil derbas kir û hevalên wî yên ku serê sibê rabûn nimêja sibê rewş ferq kirin û mudaxale kirin.

Personelê ambulansê ku hate mudaxale bike, diyar kir ku rewşa wî pir cidî ye û mudaxale nekir û rakir nexweşxaneyê. Akgun rakirin beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û piştî mudaxaleya yekemîn kirin bin Mûşahadeyê. Piştî rewşa wî hinek baş bû dîsa birin girtîgehê.

BERÊ JÎ DERBAS KIRIBÛ

Akgun berê jî li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê krîza dil derbas kiribû û rewşa wî her ku çû xerab bû. Akgun ê ku ev 9 mehe girtî ye hêj îdianameya wî jî nehatiye amadekirin. Li Girtîgeha Mûşê nêzî 3 meh berê serokê bajaroka Lîz a BDP’ê û hevalê Akgun yê qawişa Aydin Kaya jî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.