Serjimartina li Hesekê bi rengekî asayî dewam dike
Karê serjimartinê yê li Hesekê bi rengekî asayî dewam dike. Li gorî agahiyan ji sedî 50 ê sermijartinê qediya ye.
Karê serjimartinê yê li Hesekê bi rengekî asayî dewam dike. Li gorî agahiyan ji sedî 50 ê sermijartinê qediya ye.
Serjimartina di 5'ê Cotmehê de li Kantona Cizîrê dest pê kir, ji îro danê sibehê û vir ve li bajarê Hesekê û gundên li derdorê dewam dike. Li taxên Xweren û Neşwa Şerkî yên nû hatin rizgarkirin, gel bi baldarî tevlî karê serjimartinê bû. Ji bilî firin û nexweşxaneyê, hemû kargeh ji ber sermijartinê girtî ne.
Endamê Koordînasyona Karê Serjimartinê Cîhat Omer li ser xebatên xwe yên li Hesekê agahî da û anî ziman, ku heta vê kêliyê xebatên wan bi rengekî bêpirsgirêk dewam dikin. Omer da xuyakirin, ji sedî 50 ê karê serjimartina li Hesekê û gundên wê qediya ye.
Li aliyê din, rejîma Baasê roja ezmûnên zanîngehê kir heman roja destpêkirina serjimartina li bajêr. Lê piştî komîteyê ji bo veguhezandina xwendekaran otubîsên taybet amade kirin, rejîmê îcar ezmûn betal kirin.