Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel û Fermandarê Hêzên Bejayî Hayrî Kivrikoglû ku hatibûn Xerpêtê, li Dêrsimê hûrkolîn pêkanîn. Ozel ku di bin “tedbîrekî awarte” de karî demek kurt li bajar bimîne,li gel 2 kobra û 3 skorsky’an vegerî Xerpêtê.
Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel û Fermandarê Hêzên Bejayî Hayrî Kivrikoglû hatibûn Xerpêtê ku pevçûnên gêrîlayên HPG’ê lê zêdebûn, bi helîkopterên leşkerî çû Dêrsimê. Fermandarên Artêşê ji aliyê Fermandarê Hêrêmê yên Cendirmeyên Dêrsimê Mûrat Kirkaya û Fermandarê 4’mîn Tûgaya Komando Metîn Akkaya ve hatin pêşwazî kirin. Ozel û Kivrikoglû di bin ‘tedbîrên awarte’ de serdana xwe kurt qedandin û li gel 2 kobra û 3 skorsky’an dîsa vegerîn Xerpêtê.