Serêkaniyê ji sedî 90 di bin kontrola YPG’ê de ye

Serêkaniyê ji sedî 90 di bin kontrola YPG’ê de ye

Hêzên YPG’ê ku li Serêkaniyê ev 7 roj in li komên çekdar şer dike, şevêdin li derveyî bajêr, li ser riya Hesekê, Tiltemir û Tel Xelefê li dijî baregehên van koman çalakiyên hemwext li dar xistin. Di heman saetan de li Taxa Mehetê ku komên çekdar lê dimînin jî operasyon hate lidarxistin, di encama van çalakiyan de kontrola bajêr sedî 90 ket destê YPG’ê.

Li Serêkaniyê piştî ku komên çekdar ji aliyê Tirkiyê ve ketin bajêr û êrîşî sivîlan kirin, pevçûnên di navbera van koman û hêzên YPG’ê de di roja 7’an de jî dom kirin.

Di pevçûnên 7 rojan de komên çekdar gelek windahî dan û neçar man ku ji gelek cihên bajêr derkevin. Li aliyê din hêzên YPG’ê piştî çalakiyên hemwext ên li nava bajêr ku roja berê pêk anîbûn, şevêdin jî li dijî baregehên komên çekdar ên li derveyî bajêr çalakiyên hemwext û bibandor pêk anîn.

Çalakî şevêdin saet derdora 01.00’an de li ser riya Hesekî, Tiltemir û Tel Xelef li hemberî baregehên komên çekdar ji çar aliyan ve pêk hatin. Di deman saetan de li hemberî biryargeha komên çekdar a li Taxa Mehetê serdagirtin pêk hat.

Hate ragihandin ku di van çalakiyan de komên çekdar gelek windahî dane, lê derbarê kuştî û birîndar de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, li bajêr cih bi cih pevçûn didomin, lê komên çekdar ji bajêr ber bi aliyê Tel Xelef ve direvin. Hate gotin ku komên reviyane Tel Xelef carinan êrîşî hêzên YPG’ê dikin, lê li ser bersivdayînê dîsa direvin.

Çavkaniyên herêmî ragihadin ku di saetên êvarê de jî komên çekdar ên li nexweşxaneya bajêr bicîh bibûn, kom bi kom reviyan e û hêzên YPG’ê jî ev herêm xistiye bin kontrola xwe.

Her wih hate gotin ku ji sînorê Tirkiye komekê xwestiye ku êrîşî hêzên YPG’ê bike, lê rastî bersivek tund hatine û gelek windahî dane.

Hate ragihandin ku di encama van pevçûnan de kontrola bajêr sedî 90 ketine destê hêzên YPG’ê, lê pevçûn jî li hinek cihan carna didomin.