Komên çete, bi alîkariya hinek hêzan ji bo êrîşkirina kurdan civîn lidar xist. Her wiha hinek siyasetmedarên kurd ên nêzî partiya Azadî ji hêzên YPG’ê xwestin ku teslîmî Artêşa Azad bibin da ku wan rizgar bikin, lê piştî destpêkirina şer reviyan Stenbolê. Lê ciwanên nêzî wan û di nava komên çete de bûn, berê xwe dan nava refên YPG’ê.
Komên çekdar ku dema ketibûn bajêr idîa kiribûn tu pirsgirêka wan bi kurdan û sivîlan re tune ye, tenê li dijî rejîmê ne, piştî bermahiyên rejîmê ji bajêr derketin, ketin nava gel û xaniyên wan desteser kirin, her wiha malên wan talan kirin. Vê yekê jî di nava gel de nerazîbunek mezin derxist holê. Li ser vê yekê şêniyên bajêr ji îradeya xwe ya siyasî çareserî xwest. Partî û rêxistinên Kurd jî destpêkê bi daxuyaniyan ev kom hişyar kirin ku ji bajêr derkevin. Lê lîstokên tê lîstin û gelek dewlet û komik jî di nav de ne baştir derdiketin holê.
Listikên qirêjHate zanîn ku êrîşên di navbera 26 û 30’ê cotmehê de li Heleb û Efrînê li dijî kurdan pêk hatine jî parçeyek vê lîstokê ne. Nexasim, komên bi navê Guraba El Şam, Ehfad El Resul, Cebet El Nasra ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin Serêkaniyê, Li Heleb û Efrînê jî êrîş kiribûn. Her wiha hinek aliyên kurd jî di nav lîstikan de cîh girtin. Jixwe dema ev kom ketin Serêkaniyê hinek alîgirên van derdoran çûn pêşwazîkirinê. Lê komên çekdar ew jî qebûl nekirin û ala wan daxistin. Ji ber ku ew ji aliyê hêzên derve dihatin birêvebirin û li dijî hemû rengên kurdî bûn. Lê hevkarên wan ên kurd dîsa jixwe şerm nekir û li Kobanê meşa banga çeteyan dikir, lidar xist. Her wiha bi keviran êrîşî mala Serokê PYD’ê Salih Muslim kirin. Li bajarên Dirbêsiyê û Qamişlo jî gel ditirsandin û dixwestin ku koçber bikin. Tirkiyeyê jî sînorê Dirbêsiyê vekiribû. Lê gelên bajarên Dirbêsiyê, Amudê û Dêrikê bermahiyên rejimê paqij kirin û rê li ber planên dagirkirinê girtin.
Desteya Bilind li bajar lêkolîn kirinPiştî van geşedanan di 17’ê mijdarê de heyetek ji Desteya Bilind a Kurd çû Serêkaniyê û li cihên ku hatine bombebarankirin lêkolîn kirin. Di vê serdanê de li ser pêşniyara Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Abid Xelîl biryar hate girtin ku di 19’ê Mijdarê de li bajêr meşek bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de ji bajarên Qamişlo, Amudê û Dirbêsiyê bi hezaran welatî ji bo ku tevli meşê bibin, di sibeha 19’ê mijdarê de ber bi Serêkaniyê ve bi rê ketin. Lê hîn girse di rê de, komên çekdar li derketina Serêkaniyê êrîşî noqteya asayişa sivil kirin û ala Desteya Bilind şewitandin.
Ji ber vê yekê Serokê Meclîsa Gel û bi welatiyan re çû cihê bûyerê û xwest bi van koman re biaxive lê ji aliyê heman koman ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da, di heman gulabaranê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da 5 endamên asayîşê jî birîndar bûn.
Bi alîkariya Tirkiyeyê civîna êrîşkirinêFermandarê Tabura Şehîd Erdal a YPG’ê Cemşîd Osman diyar kir ku heta 19’ê mehê bi komên çekdar re diyalogên wan hebûn û bi girgireyên Gruba El Şam ku wekî Şêx Omer tê nasîn, her wiha bi rayedarên Meclîsa Leşkerî ya Heserê re li ser parastina bajar û sivîlan danustendin kirine. Lê gotinên wan şev cuda bi roj cuda bûne. Li gorî fermandarê YPG’ê Cemşîd Osman, koma bi navê Cebhet El Nasra Şêx Omer nas nekiriye, lê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê jî tu kes nas nekiriye û xwe wekî yekane hêza şoreşê dîtiye. Lewre encam negirtine. Osman, destnîşan kir ku di vê demê komên çete bi piştgiriya Tirkiyeyê li Taxa Mehetê civînekê çêdikin û biryar digirin ku li dijî kurdan êrîşê pêk bînin. Her wiha van koman soz dane Tirkiyeyê ku rengên kurdan ji Serêkaniyê derxînin û em ê heta Dêrikê biçin. Ev yek jî bi gotinên wekî, “Hûn nikarin li ber xwe bidin. Pir zêde şerê me nekin, em ê di nava 2 saetan de li Dêrikê bin” ji rayedarên YPG’ê re gotine.
Cemşîd Osman anî ziman ku sibeha 19’ê Mijdarê ketibeyek girêdayî koma Cebhet El Nasra derbasî noqteya wan a kontrolê ya li daketina bajêr dibe û heqaretê li hevalên wan dike. Li ser vê yekê rayedarên YPG’ê bi van koman re dikevin têkiliyê lê bersiva, “Ew ne yên me ne” digirin. Piştî demeke kurt jî, komên çete bi 15 seyareyan êrîşî noqteya YPG’ê ya li herêma Sinaa ku li daketina bajar e dikin. Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelil ji bo hevdîtinê diçe cihê bûyerê, lê rastî gulebaranê tê û tê qetilkirin. Li vir şerê dijwar diqewime.
Ji berê de amadekariyên xwe kiribûnKomên çekdar ji berê de di avahiyên derdorê de bicîh bibûn ji van deran gulebaran dikirin. Şervanên YPG’ê ji li ser cadê û zeviya vala tenê li pişt hinek axê şer dikin. Destpêkê jî hejmara wan pir kêm e. Li vê noqteya ku hîn jî qalikên guleyên çeteyan di avahiyan de hene, koma çete ya bi navê Cebhet El Nasra derbeyên mezin dixwe û ber bi êvarê ve daxwaza rawestandina şer dike. YPG jî van qebûl dike û ji wan dixwaze ku neyên lîstikên Tirkiyeyê. Di vê navberê de li bajarên Dirbêsiyê, Qamişlo, Girkê Legê bi hezaran welatî daketin kolanan û nerazîbûn nîşan didan.
Piştî vê komê vê carê koma bi navê Gruba El Şam li Taxa Hawarna êrîş dike. Li vir jî şerekî giran çêdibe. Komên çete êvarê cihên xwe berdidin û di revin sînorê Bakûrê Kurdistanê. Cemşîd Osman anî ziman ku wan heman rojê 18 cenazeyên van koman li gorî pîvanên navnetewî bi seyareyan teslîmî ruspiyan kirin û wan jî radestî koman kirine. Rayedarên koman dixwazin ku dîmenên cenazeyan nedin çapemeniyê û rayedarên YPG’ê vê daxwaza wan bicîh tînin û dibêjin, “Em şov nakin, niyeta me û kuştinê hebûya me dê roja destpêkê şer bikira û ew hêza me jî hebû.”
Dîl bi hovane qetil kirinDi pevçûnan de li gel Abid Xelîl, endamê asayîşê Xalid Umer Hemo, Endamê Mala Gel Selah Eyo Şêxo, endamên YPG’ê Ehmed Sîno Qewas û Silêman Mehemed Sîno jiyana xwe ji dest didin. Endamê Asayîşê Xalid Umer û endamê Mala Gel Selah Eyo Şêxo ku ji aliyê komên çekdar ve dîl hatibûn girtin, bi awayekî hovane tên kuştin.
Kurdên noker dîsa derketin holêFermandarê Tabura YPG’ê Cemşîd Osman bal kişand ku hinek kesên xwe siyasetmedar dihesibînin û nêzî partiya Azadî ne ketina nav hewldanan û di nava şer de yek ji wan li wî geriyaye û gotiye, “Çekên xwe deynin û teslîmî Artêşa Azad bibin, em ê we rizgar bikin.” Osman, her wiha anî ziman ku van derdoran bi komên çete re li dijî wan şer kiriye.
Di 21’ê Mijdarê de komên çekdar vê carê bi 7 tan û 50 wesayîtên ku ji bajarokên Cerablus û Babê yên girêdayî Helebê bi riya Tirkiyeyê anîbûn Serêkaniyê êrîş kirin. TEV-DEM’ê heman rojê bi daxuyaniyekê ev hewldan wekî, “Hewldana Tirkiyeyê ya Rojavayê Kurdistanê” binav bir û banga yekîtiyê li tevahiya kurdan kir. Di 22’yê mijdarê de van koman dîsa êrîş kirin. Di encama pevçûnên heta êvarê dom kirin de, 25 êrîşkar hatin kuştin, 20 jî birîndar bûn. Di pevçûnan de endamê YPG’ê Evdilhemîd Misto jiyana xwe ji dest da.
Ciwanên di nava van koman de berê xwe dan YPG’êDema pevçûn didomiyan, ciwanên kurd bi taybetî yên Taxa Xiraba hemû nakokî û partî danîn alîyekê û bi rengekî kurdewarî li rex YPG’ê li dijî koman şer kirin. Van ciwanan di nava Encumeni Niştimanî Kurd de cih digirtin, lê yekîtiya gelê xwe esas girtin. Fermandarê Tabura YPG’ê vê yekê jî bi vê mînakê rave dike: “Ciwanên kurd ku ji wan re hatibû gotin ev kom ji bo azadiyê şer dikin, di nava wan de bûn. Di roja şer de min dît ku 2 ciwanên kurd bi çekên xwe di revin û ber bi me ve tên. Min ji hevalan re got gulebaran nekin bila bên. Dema hatin cem, gotin ‘em ji nava Artêşa Azad tên, îro roja şeref û namusê ye, me ev çek ne girtine ku li dijî birayên xwe şer bikin’ û li dijî van koman şer kirin.”
Ciwan: Em warê xwe bernadinCiwanên ku li rex YPG’ê li dijî komên çete şer kirine jî rojên bi pevçûn bi van gotinan anîn ziman: “Kom derbasî taxa me bûn, ji bo diziyê ketin gelek malan, talan kirin. Di şewitandin. Genim, mazot, benzîn di dizîn. Me jî li gel YPG’ê taxa xwe parast. Ku YPG nebûya ev komên çekdar dê heta Dêrikê biçûna. Loma me alîkariya wan kir. Em qet ji vir neçûn, me cihê xwe parast. Cihê me ev der e, em warê xwe bernadin.” Ciwanekî din jî ew roj wiha vegot: “Me kolana Azadiyê parast. Dema agahî hat ku malan talan dikin, em çûn cem YPG’ê alîkarî dayê, wan jî gotin kolana xwe tenê biparêzin. Me jin û zarok derbasî taxên bi ewle kirin û li kolanê şerê xwe domand.”
Siyasetmedar reviyan, welatiyên ereb malên xwe teslîmî YPG’ê kirinCemşîd Osman, bal kişand ku di van pevçûnan de gelek ciwanan bi vî rengî alîkariya wan kirine û niha jî parastina kolanên xwe dikin û bi gotina wî “xwediyên qirewatan” qebûl nakin. Osman, anî ziman ku roja şer ev siyasetmedar hemû reviyan Stenbolê, ciwanan jî hem ev rastî hem jî rastiya YPG’ê ku gel esas digire û girêdayî tu hêzan nîn e dîtin, lewre piştgirî daye. Osman, got ku welatiyên ereb jî piştî rastî dîtine, alîkarî dan YPG’ê û hinekan ji wan mifteyên malên xwe dane YPG’ê ku tê de bimînin û biparêzin.
Piştî ku tevlîbûna ciwanan zêde bû, YPG’ê ku heta wê demê wekî tabur li Serêkaniyê hebû, Tugaya Şehîd Abid îlan kir.
AgirbestDi 24’ê Mijdarê de komên ku xwestin dîsa êrîş bikin, li hemberî hêzên YPG’ê nekarin rawestin û xwe paşve kişandin, her wiha bi riya hinek derdoran daxwaza agirbestê ji YPG’ê kirin. Li ser vê yekê YPG’ê bi şertên ku heta 2 rojan komên çekdar ji Serêkaniyê derkevin û ji bo rêveberiya bajar ji kurd, ereb, asurî û ermeniyan meclîsek bê avakirin agirbest qebûl kir.
Sibe:
Rewşa bajar a dawî, rewşa aborî, civakî û tenduristi ya şêniyên bajêr