Kolanên bajêr vala ne, şopên şerê bi komên çete re li her derê xuya dikin. Xaniyên hilweşiyayî, bi tiştên nava malê yên di nava dîwarên hilweşiyayî û pêlîstokên zarokan re cihê gotinê nahêlin. Dayikek li ber deriyê mala xwe bi awirên kûr li kolanê dinêre, gelek tiştan vedibêje. Li aliyê din birîn tên kewandin, ciwan taxên xwe diparêzin, welatiyên ji netewên din girîngiya biratiya gelan vedibêjin. Lê pêdiviyên jiyanî û tenduristiyê jî derketine holê.
Di 24’ê Mijdarê de komên çete dîsa xwestin êrîşi bajar bikin. Lê vê carê, hêzên YPG’ê û şêniyên bajar, bersiva xurtir da û ev kom neçar hiştin ku têkçûna xwe qebûl bikin. Komên ketin tengezariyê, bi riya hinek derdorên din daxwaza agirbestê kirin. Ji ber vê yekê YPG’ê bi şertên ku komên çekdar ji Serêkaniyê derkevin û ji bo rêveberiya bajar ji kurd, ereb, asurî û ermeniyan meclîsek bê avakirin agirbest qebûl kir. Piştre di navbera rayedarên YPG’ê û heyetek ku ji van koman hemuyan hatiye avakirin de hevdîtinan dest pê kir. Di encamê de jî ev komên hanê ji nava bajar xwe vekişandin.
Tirkan ji bo hevdîtin pêk neyên gule barandinLê di dema hevdîtinan de Tirkiye dîsa ket dewrê û xwest ku van koman dîsa bi ser bajar de biajon. Nexasim, rayedarên tirkan di bin navê rojnamevanan de derbasî Serêkaniyê bûn û ji komên çete xwestin ku şerê kurdan bikin û li hemberî vê jî çi bixwazin dê bidinê. Li gorî agahiyên ku Fermandarê Tabura YPG’ê Cemşîd Osman dane, dema dê ji bo hevdîtinê biçûna cihekî ku van koman diyar kiriye, yek ji van koman li wan geriyaye û gotiye Tirk guleyan diavêjin û vê yekê jî, ji bo ku hevdîtin pêk neyên dikin.
Meaşê wan hate zêdekirinJi ber van lîstokên Tirkiyeyê, hevdîtinên bi koman re jî dirêj kirin. Li aliyê din li gorî çavkaniyekê Tirkiyeyê beriya şer meaş dida hinek ji van koman, lê piştî têkçûna koman, meaşê wan duqat hatiye zêdekirin da ku dîsa şer bikin. Tişta ku vê agahiyê piştrast dike jî, bûyerên di rojên dawî de ne. Dema 8’ê Mijdarê ketin bajêr tenê komên bi navê Graba El Şam, Cebhet El Nasra û Meclîsa Leşkerî ya Hesekê hebûn. Lê piştre gelek komên wekî Liwa El Tewhît, Cebel El Zewye, Liwa El Meşel Temo, komên çete yên girêdayî Meclis El Eskerî ya Hesekê, Cundillah, Ehrar El Xwêran, Liwa El Umme derketin holê. Yekane karê van koman yek jî ya din qebûl nake jî, talan, dizî û îşkence, tevlîhevî bû. Herî dawiyê jî komên çete di 6’ê Kanunê de êrîşî noqteya kontrolê ya YPG’ê kirin, lê 12 windahî dan û paşde reviyan.
Çeteyan mala rayedarê xwe jî talan kirKomên çete her wiha depoyên genim vala kirin û birin aliyê Tilebyad û Tirkiyeyê, bazirganiya wê kirin. Her wiha gelek koman jî tenê mal talan kirin û dizî dikir. Kesekî ku ketiye destê YPG’ê ev yek îtîraf kir û got ku tenê ji bo diziyê hatine bajar. Komên ku tu exlaqê wan nîn e, mala rayedarê xwe ji talan kirin. Di hevdîtinên agirbestê yên bi YPG’ê re de fermandarekî Meclîsa Eskerî ya Heserê gotiye ku mala xwe ji van koman re vekiriye û çûye hevdîtinekê, lê dema vedigere lê dinêre ku mala wî hemû hatiye talankirin.
Dermanên li dijî exlaqLi aliyê din, tiştên ku li ser van çeteyan hatine desteserkirin exlaqê wan û têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re jî nîşan didin. Li gorî agahiyên rayedarên YPG’ê di çenteyên van çeteyan ên hatine girtin de, gelek dermanên li dijî exlaq hatine dîtin. Her wiha xwarin û vexwarinên Tirkiyeyê jî ji çenteyên wan derketine.
YPG li bajêr serwer ePiştî şer û pevçûnan, li bajar serweriya hêzên YPG’ê li her derê xuya dike. Ji destpêka bajar heta kolanan li gelek cihan tedbîrên berfireh hatine girtin. Li hemberî ewqas çekên giran ji, hesreta bi salan û îradeya ku tu kes nikare asta wê bipîve bi ser ketiye. Dengên ku bi destê wan girtin, dibin birîna wan de veguherî pêta agir û hilçû. Şêniyên bajar jî cih û warên bav û kalan ku her tiştê wan e bernedan.
Komên çete derketine derveyî bajar, li ser riya Hesekê û 2-3 cihên qeraxa bajar mane, lê li van deran jî xwe vedişêrin. Dîsa hewldanên talankirin û girtina sivîlan didomînin. Li aliyê din hinek derdorên kurd ên nêzî Partiya Azadî dîsa carinan di nava gel de tirsê derdixînin, lê bandora wan nemaye.
Şopên şerPiştî pevçûnên dijwar li bajar bêdengiyek serwer bûye. Kolanên bajêr vala ne, şopên şerê bi komên çete re li her derê xuya dikin. Li binkeya kontrolê ya Sînaa ya YPG’ê ku li daketina bajar e û şerê destpêkê li wir qewimî, her wiha Serokê Meclîsa Bajêr Abid Xelil lê hatibû qetilkirin, şopên şer hîn zindî ne.
Li avahiya ku dikeve pişt binkeya YPG’ê şopên çeteyan hîn zindî ne. Komên çete wê rojê di nava vî avahiyê ku cihê tamîra wesayîtan de dîwar qul kirine û gule reşandine. Belkî jî Abid Xelîl di gulebaran ji vir jiyana xwe ji dest da. Di hundirê avahî de hîn jî qalikên fîşekan li erdê ne. Li derve jî cilên bi xwîn ên êrîşkaran disekinin. Hêzên YPG’ê li hemberî van çeteyên di avahiyan de xwe bi cîh kiribûn, li pişt çend komikên axê û nava zeviyên garis şerê xwe meşandiye. Ciwanek jî, li nêzî noqteya kontrolê, li binê darekê jiyana xwe ji dest dide.
Dîmen cihê gotinê nahêleLi nava bajêr, cihên ku ji roja destpêkê ve dibin kontrola YPG’ê de ne, zirar çênebûye. Cihên ku çete ketinê mal hemû hatine talankirin. Dîsa di bombebaranna de gelek xanî hilweşiyan e. Malbatan hemû tiştên xwe hiştine û ji neçarî derketine. Xaniyên hilweşiyayî, bi tiştên nava malê yên di nava dîwarên hilweşiyayî û pêlîstokên zarokan re cihê gotinê nahêlin.
Reng û deng bûne yekLi aliyê di li serê kolanan di destên wan de çekên wan ciwan taxên xwe diparêzin. Ji her ramanek siyasî ciwan hene, dîsa ji netewên din hene, lê hemuyan nakokiyên xwe danîne aliyekê. Ji ber ku her yekê serpêhatiyek heye. Malên wan hatine talankirin, xaniyên wan hatin bombekirin, dikan û wesayitên wan hatin desteserkirin. Ya herî girîng jî aramî, wekhevî û biratiya li bajêr hatibû xirabkirin. Ciwanek dibêje ku çete malên wan talan kirine; genim, mazot, benzîna wan diziye, loma wan ji li gel YPG’ê taxa xwe parastiye. Ciwanekî din jî balê dikişine ku qet ji vir neçûne û hemû nakokiyên xwe avêtine û xaka bav û kalan diparêzin.
Yekî din, destnîşan dike ku bi êrîşa çeteyan re milet perişan bûye, bi çolê ketiye, birçî mane loma divê hemû kes bibe yek û têkoşîn bike, her wiha pirsgirêkên xwe bixwe çareser bike.
Welatiyek din ku ji roja destpêkê ve seyareya wî ji aliyê çeteyan ve li nêzî xaçerêya Hesekê ku piranî êzîdî lê dimînin hatiye desteserkirin û mala wî jî hatiye talankirin, ji neçarî derbasî taxa bi ewle bûye û li gel ciwanên din parastinê dike. Dema komên çete êrîş kirine, van ciwanan jin û zarok birine cihên bi ewle û dîsa vegeriyane taxa xwe ku biparêzin. Niha li rex hêzên YPG’ê ev ciwanên hanê jî li kolanên xwe diparêzin.
Welatiyên ereb rastiya çeteyan dîtPiştî pêkanînên çeteyan, piştgiriya ji bo YPG’ê zêde bûye. Ruspiyên ereban ên ku destpêkê alîgirên rejîmê bûn, piştî komên çete hatin jî piştgiriya wan kir, êdî têkiliyê bi YPG’ê re datînin û piştgiriyê didinê. Her wiha bi gotinen wekî, “Em bi kurdan re şer nakin, em bira ne” hestên xwe tînin ziman. Dema me li binkeya kontrolê ya YPG’ê wêneyên cihên pevçûnan dikişandin, welatiyekî ereb hat û agahiya ku çeteyan êrîşî gundê ereban kiriye da. Heman welatiyê ereb got ku ew naxwazin komên çete li Serêkaniyê bimînin û li ser biratiya gelan rawestiyan.
Li aliyê din netewên din ên li bajêr şertê YPG’ê yê avakirina meclîsek ji hemû netewên bajar pêk tê, bi keyfxweşî pêşwazî dikin û piştgiriyê didin. Her wiha dixwazin ku di nava meclîsê de cîh bigirin.
Hesreta warê wan ew vegerandin Li kolaneke ku zêde tu kes lê nîne, li ber deriyê malekê, dayiyek ku ji ber bomberanê çûbû Serxetê û vegeriya, bi awirên kûr li kolanê dinêre, kî dizane ka di hişê wê de çend tişt û pirs derbas dibin. Her serpêhatiyekê ji gotinan û hevokan wêdetir ruhek xwe heye. Dayika ku piştî bobebaranê çûbû Serxetê û 13 rojan li cem xizmên xwe li Serêkaniya serxetê maye, dibêje ku hesreta warê wan ew dîsa vegerandine Serêkaniyê. Dayika ku zehmetiyên kişandine vegotin, hestên xwe wiha anîn ziman: “Me got em terka warê xwe nakin. Ji cihê mirov xweştir cihekî dini tune ye. Aha ev deriyê min e, em bimirin jî em ê li vir bimirin.” Heman dayîk, bang li şêniyên din ên ku ji bajar koç kirine jî kir da ku Serêkaniyê terk nekin, warê xwe bernedin û wiha dibêje: “Serê malê zilamek bimîne, yek çete jî li vir namîne. Kî çuye bila vegere. Ev keda me ye, em xwedî lê derkevin.”
Rewşa jiyanî ya bajêrPiştî hemû bûyeran li bajêr jiyan hêdî hêdî asayî dibe. Alîkariyên ku ji gelek bajaran anîne vir têne belavkirin. Lê piştî evqas pevçûnan pêdiviyên bajêr pir zêde bûne. Şêniyên Serêkaniyê li aliyekê xwe diparêzin, li aliyekê jî li gel hemû astengiyan birînên xwe derman dikin. Serbilind in, dilê tu kesî bixwe nadin şewitandin. Lê di reşwa şer de li bajar hilberîn çênabe, sîstema jiyanî tevlîhev bûye. Bi hatina zivistanê re pêdivî hîn zêdetir bûne. Gelek firinên nan niha naxebitin, lewre pêdiviya zêde bûye. Her wiha xwarin û vexwarin, sotemenî jî di nava pêdiviyan de ye. Hemû Rojavayê Kurdistanê serfer bûye, lê pêdiviya alîkariya derviyî welat jî derketiye holê.
Rewşa tenduristîDema çete ketine bajêr, nexweşxaneya bajêr ku di tu şeran de tu kes dest nadê ji talan kiriye û amûrên wê dizîne. Loma bijîşk jî lê nemane. Niha xizmeta tenduristiyê ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ya girêdayi TEV-DEM’ê ve tê dayîn. Li gel ku komîte bi hemû hêza xwe kar dike jî, pêdiviya di warî de jî derketiye holê. Bi taybetî jî alîkariya dermanan yek ji pêdiviyên girîng e.
Serêkaniyê ku ji navê xwe jî diyar e, wekî ava ji çavkaniyê derdikeve pak û zelal e. Vî bajarî hêjayî dîroka xwe li hemberî zordaran serî netewand û nehişt ku serê kaniyê bê şolîkirin. Bajarê ku bi berdêlên mezin ber bi azadiyê ve gavên girîng avêtin, niha jî birînên xwe derman dike, lê di heman demê de jî li benda piştgiriya madî û manewî ye.